Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Ukrayna bi Mûşek û Dronan Saziyên Hevdu yên Enerjiyê Dikin Armanc


Çavkaniyek berevanî ya Ukraynayê ji AFP re ragihandîye ku di êrîşên berfireh yên şeva borî de dronên Ukrayna du mesfayên petrolê yên Rûsî û bingeheke firînên leşkerî bombebaran kirine.

Di heman demê Rûsya jî, sazî û mesfayên enerjiyê yên Ukrayna bombebaran kirine.

Çavkaniyê diyar kir ku Ukrayna li du mesfayên li herêma Krasnodar ya li başûrê welêt, û "Şerîketên teknolojîk yên sereke" xist. Rayedarên Rûsî pêştir diyar kiribûn ku di mesfaya bajarê Slavyansk-on-Kuban de şewat derketiye, di heman demê de medyaya fermî ragihandibû ku hilberandin bi qismî li wê bingehê rawestiyaye.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku wan 68 dronên Ukraynayê, şeva Înê û Şemiyê, li herêma Krasnodar û li Nîvgirava Kirimê, ku Moskow di sala 2014an dagîr kirîye xistine xwar.

Wezaretê ragihand ku 66 dron li herêma Krasnodar û 2 jî li Kirimê hatine xistin.

Fermandarê herêma Krasnodar, Veniamin Kondratiev, li ser Telegramê got, "Wan hewl dan êrîşî mesfayên petrolê û binesaziyê bikin, li gorî agahiyên li ser malperê, ti birîndar û ziyanên mezin çênebûne."

Di van mehên dawî de, artêşa Ukraynayê bi dronan êrîşên xwe li ser xaka Rûsyayê, bi taybetî jî navendên enerjiyê zêde kirine.

Li aliyek din, roja Şemiyê karbidestên Ukraynayê jî ragihandin ku Rûsya şeva Înê di êrîşeke mûşekî ya gelek "berfireh" de, sê herêmên hilberîna enerjiyê aramnc girtine.

Artêşê di peyama xwe ya serê sibê de got "Rûsya êrîşeke nû ya mûşekî ya mezin li dijî Ukraynayê rêxist" Hêzên hewayî diyar kir ku Moskowê 34 mûşek avêtin û 21 ji wan hatin xistin.

Li gor agahiyên ku rayedarê rêveberiya leşkerî ya bajêr Oleksandr Vilkul bi rêya Telegramê ragihand ku li Kryvyi Ri ya herêma Dnepropetrovsk ya li navenda rojhilatê welêt 2 kes birîndar bûn.

Ev çend hefte ye ku Rûsya gelek sazîyên enerjiyê yên Ukraynayê bombebaran dike û bûye sedema birîna elektrîkê.

Wezîrê Enerjiyê yê Ukraynayê German Galushchenko di Facebookê de wiha got "Dijmin careke din êrîşî navendên enerjiyê yên li welêt kir, bi taybetî navendên li herêmên Dnepropetrovsk, Îvano-Frankivsk û ziyan gihaye alavan."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG