Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Ukrayna Hevdu bi Êrîşên Dronî Tawanbar Dikin


Dîmeneke ji şewata mezin li navenda petrolê li bendera Azov ya li herêma Rostov (18 Hezîran, 2024)
Dîmeneke ji şewata mezin li navenda petrolê li bendera Azov ya li herêma Rostov (18 Hezîran, 2024)

Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê roja Şêşemê êrîşeke dronî biriye ser navenda petrolê li bendera Azov ya li herêma Rostov li başûrê welêt. Di encamê de ku di tankên depokirina petrolê yên Rûsî de şewateke mezin derketiye.

Walîyê Rostovê Vasily Golubev ser encamên bûyerê got ku, "li gor daneyên destpêkê, kuştî û birîndar tune ne."

Wezareta rewşên awarte ya Rûsyayê got ku tîmeke 200 ji kesan ya agirkujîyê şewat vemirandîye, li vê dema ku hin torên nûçeyan gotin ku şewata tankekî didome.

Ukrayna berpirsyarîya êrîşê heta niha negirtiye ser xwe. Lê Kîevê berê jî êrîşên bi vî rengî pêk anîbû, û gotibû ku ew binesazîya enerjîyê ya Rûsyayê armanc dike da ku ziyanê bide kanîna şer ya Moskowê.

Jêderekê ji îstixbarata Ukrayna ji Reuters re got ku êrîşa li Azov ji alîyê Dezgeha Ewlekarîya Ukrayna (SBU) ve hatiye kirin.

"Piştî lêdana serketî ya dronên SBU, li navendê şewatek hêzdar derket," wî got.

Jêderê herwiha anî ziman ku SBU wê êrîşên bi vî rengî ser navenda depokirina petrolê ya Rûsyayê bidomîne da ku hewlên wê yên şer asteng bike.

Li bendera Azov du navendên hilberîna petrolê hene, DonTerminal û Azovproduct, ku jibo derfirotinê di navbera Rêbendan û Gulana 2024'an de bi giştî 220 hezar ton sotemenî li wir hatine hilberîn.

Ji alîyekî din ve, hêza esmanî ya Ukrayna ragihand ku wê 10 dronên Rûsî têk birine, ku hemû di şevekê de herêmên li Zaporizhzhia û Dnipropetrovsk yên Ukrayna kirine armanc.

Artêşa Ukrayna herwiha da xuyakirin ku hezên Ukraynî li derdora Chasiv Yar, li herêma Donetsk şer didomîne, dijî hêzên Rûsî ku jibo pêşveçûna ber bi wê heremê hewl didin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî îro Sêşemê dîyar kir ku hezên Ukraynî li enîyên şer dijî hêzên Rûsya pêşve diçin.

"Hêzên me gav bi gav hêzên dagîrkeran ji herêma Kharkivê derdixin,” wî got.

Zelenskyy hevdem bal kişand ser girîngîya dronan de şer de, wek alaveke teknolojîk ku di hin cûreyan de Ukrayna jixwe pêşengeke cîhanî ye.

"Ev di danûstendinên me yên bi hevkarên me re jî dîyar dibe - gelek kes bi tecrûbeya hêzên me û bi alavên ku em li Ukrayna hildiberînin eleqedar dibin," wî got.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG