Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê 42 Dronên Rûsya Xistine


Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya bi şev bi 42 dronan êrîş birine ser herêmên li seranserê welêt û berevanîya esmên tevahîya dronan xistiye.

Hêzên esmên yên Ukrayna dîyar kir ku muşekeke Rûsî jî hatiye pûç kirin.

Artêşa Ukrayna ragihand ku Rûsya êrîş birine ser Cherkasy, Dnipropetrovsk, Kherson, Kirovohrad, Kyiv, Mykolaiv, Rivne, Vinnytsia û Zhytomyr.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî da zanîn ku li Kurskê 2 û li Belgorodê jî 1 dron hatiye pûç kirin.

Êrîşên dawî yên dronî yên her du alîyan rojek piştî êrîşa Ukrayna ya li Tver ya Rûsya hat ku bi wê êrîşê şewateke mezin çêbûbû û mirov ji herêmê hatibûn derxistin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku nivîskarê bloga leşkerî Yuri Podolyaka, ku li Ukrayna hatiye dinê û alîgirê Moskowê ye, gotiye ku li Toropetsê cebilxane şewitîye û di depoyê de çi heye dişewite û dipeqe.

Walîyê herêma Tverê Igor Rudenya ji Telegramê dîyar kiribû ku bi ketina dronan şewat çêbûye, lê rewş di bin kontrola wan de ye.

Serokê Ukrayna Volodymr Zelenskyy di axaftina xwe ya dawî de behsa peqînê nekir, lê dîyar kir ku wan li axên Rûsî encameke girîng bi dest xistiye.

Servîsa ewlekarîyê ya dewleta Ukrayna dîyar kiribû ku di depoyê de muşek, top û bombe hebûne.

Jêder: VOA, Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG