Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşên Berfireh Dibe Ser Kîevê


(arşîv)
(arşîv)

Karbidestên Ukraynî îro Duşemê radigihînin ku Rûsya êrîşeke berfireh ya dronî biriye ser paytext Kîevê.

Li gor ragihandina karbidestan êrîşa dawî vê mehê êrîşa 8’an e ku Rûsya dibe ser Kîevê.

Serokê rêvebirîya leşkerî ya Kîevê Serhiy Popko ji Telegramê da zanîn ku berevanîya esmên ya welêt li ser bajêr pirtir ji 20 dron xistine.

Popko dîyar kir ku di êrîşa dawî de ti kes nehatiye kuştin û ti xisar çênebûye.

Artêşa Ukrayna îro Duşemê ragihand ku Rûsya bi 56 dronan êrîş birine ser jimareke herêmên welêt û ji wan 53 hatine pûç kirin.

Wê artêşê dîyar kir ku Rûsya bi dronan xêncî Kîev ya paytext êrîş birine ser Cherkasyi, Dnipropetrovsk, Kirovohrad, Mykolavi, Poltava, Sumy, Vinnytsia, Zaporizhzhia.

Êrîşên dawî yên Rûsya çend saetan li dû axaftina talî ya Serokê Ukrayna Volodymr Zelenskyy hat ku bang li hevbendan kiribû ku destûr bidin hêzên Kîevê ku ew bi çekên dûravêj êrîş bibin ser hedefên li nav axên Rûsî.

Zelenskyy dîyar kir ku artêşa Ukraynî bi destûrê wê bikanibe firokên Rûsî li bingehên wan pûç bike.

Wî got ku ew geşbîn e ku Amerîka, Fransa, Almanya û Îtalya ser vê mijarê biryarên xwe ragihînin.

Artêşa Ukraynî îro Duşemê êrîş birin ser herêmên li sînorê Ukrayna û Rûsya.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov da zanîn ku di êrîşên dawî de bi kêmî ve 8 kes birîndar bûne.

Karbidestên Brynaskê jî dibêjin ku berevanîya esmên 5 dronên Ukrayna xistine. Ji wê herêmê ti kuştin û xisar nehat ragihandin.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG