Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanî: Dronên Ukraynayê Bi Şev Êrîşî Kargeha Pola Ya Rûsî Kir


Hejmarek dronên Ukraynayê roja Yekşemê navenda berhemhênana pola Novolipetsk Steel a Rûsî kir armanc, lê zirarek cidî çênebû, berdevkekî kompaniyê got.

Êrîşê ti encam bi dest nexistin ji bilî ku karê lihêmê zêde kir, berdevk got.

Îgor Artamonov, waliyê herêma Lipetsk li rojavayê Rûsyayê ku kargeha pola lê ye, di daxuyaniyeke cuda de got ku 9 dron li ser kargeha pola hatine xwarê.

Kîev bi fermî êrîşên bi vî rengî piştrast an red nake, lê dibêje ku bingehên ku têne lêdan piştgirîyê didin şerê Rûsyayê li Ukraynayê û ji ber vê yekê ew armancên leşkerî yên rewa ne.

Kompaniya NLMK hevkariya bi wezareta berevaniyê re red dike û dibêje ku operasyonên wê yên Rûsî nikarin polayên giran ên asta leşkerî berhem bîne û ew wan nade artêşê.

Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê berî niha ragihandibû ku sîstemên berevaniya esmanî 36 dronên ku ji aliyê Ukraynayê ve bi şev hatibûn avêtin çend navçeyên başûrê rojavayê Rûsyayê, di nav de Lipetsk, jinav birin.

Wezaretê herwiha got ku hêzên Rûsî gundên Spirne û Novooleksandrivka, yên li herêma Donetsk ya rojhilatê Ukraynayê, girtin, ajansa nûçeyan a Rûsî RIA ragihand.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG