Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Amerîka Ji Ber Êrîşa Ukraynayê Li Ser Qirimê Berpirsyar E


Rûsyayê roja Yekşemê got ku Amerîka berpirsa êrîşa Ukraynayê ye li ser nîvgirava Qirimê ya ku Rûsyayê tevlî xwe kiriye, bi 5 mûşekên ku ji aliyê Amerîka ve hatine şandin û di encamê de herî kêm 5 kes di nav de 3 zarok hatin kuştin û 124 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku 4 mûşekên Sîstema Mûşekên Taktîkî yên Artêşê (ATACMS) yên ku Amerîkayê dane Ukraynayê, ji aliyê sîstemên berevaniya esmanî ve hatine xistin.

Wezaretê got ku pisporên Amerîkî hevrêzîyên firîna mûşekan li ser bingeha agahdariya ji satalaytên sîxurî yên Amerîkî danîne, ango Washington rasterast berpirsiyar e.

Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku herî kêm 124 kes birîndar bûne. Di nav birîndaran de 27 zarok hene ku rewşa 5 ji wan giran e, rayedaran got.

Wezareta Berevaniyê got, Rûsya dê bersiva êrîşa roja Yekşemê bide, bêyî ku hûrgilîyan bide. Kremlînê got ku Serok Vladimir Putin ji dema êrîşa li Sevastopolê ve "bi artêşê re bi berdewamî di têkiliyê de ye".

Ne Ukrayna û ne jî Amerîkayê li ser êrîşê daxuyanî nedane, ku di rojekê de hat ku Ukrayna got ji ber êrîşên Rûsyayê li ser bajarê Kharkiv li rojhilatê Ukraynayê kesek hat kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Rûsyayê di sala 2014an de Qirim tevlî xwe kir û niha nîvgirava Deryaya Reş wek beşeke yekgirtî ya xaka xwe dibîne, her çendî piraniya cîhanê wê hîn jî wekî beşek ji Ukraynayê dibîne.

Putin gelek caran Amerîka tawanbar kir ku Ukraynayê bikar tîne da ku ewlehiya Rûsyayê têk bibe - tiştê ku Kyiv û hevalbendên wê yên rojavayî red dikin - û hişyarî da li ser metirsiyên mezinbûna rûbirûbûna rasterast di navbera Moskow û hevalbendiya NATO ya bi pêşengiya Amerîkayê de.

Putin di 24ê Sibata 2022an de bi deh hezaran leşker şandin Ukraynayê, ku wî wek tevgereke berevaniyê li dijî “Rojavaya dijminkar û êrîşkar” nîşan da. Ukrayna û rojava dibêjin ku Rûsya bi şêwaza “emperyal şerekî êrîşkar û desteserkirina axê” dimeşîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG