Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û Almanya Bang li Hamasê Dikin ku Dîlan Berde


Dîplomatên Rojavayî îro Sêşemê bang li Hamasê kirin ku rehîneyên li Gaza berde.

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron bi bîr xist ku di ser girtina rehîneyan re 200 roj derbaz bûne.

Cameron dîyar kir ku Hamasê 200 rojên berê, di 7’ê Cotmehê de ‘’ji Holokostê vir ve êrîşa herî kujer’’ biriye ser Cihûyan.

‘’Tevî ku 200 roj jî derbaz bûne rehîne hîn jî girtî ne û hezkirîyên wan bi wan êşan re rûbirû mane ku nayên xeyal kirin.’’

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî got ku ewê heta rehîne têne berdan têkoşîna xwe bimeşînin.

Baerbock dîyar kir ku gava dîl vegerîn malên xwe ewê şansê aştîyê çêbe.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biribûn ser başûrê Îsraîlê û li gor agahîyên Îsraîlîyan bi qasî 1200 kes kuştibûn 250 kes jî dîl girtibûn.

Îsraîl dide zanîn ku di destê mîlîtanan de 100 rehîne û termên 30 dîlan hene.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dibêje ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 34,183 Filîstînî hatine kuştin û pirtir ji 77,000 kes jî birîndar bûne.

Li gor wezaretê, ji sê paran du parên kuştîyan jin û zarok in.

Amerîka do Duşemê ragihand ku Hamasê pêşnîyara ser rawestandina pevçûnên li Gaza, berdana rehîneyan û serbestbûna girtîyên Filîstînî û zêdekirina alîkarîyên jibo sîvîlên li Gaza red kiriye.

Berdevikê Wezareta Derve Matthew Miller ji rojnamevanan re dîyar kir ku Îsraîl di demên dawî de jibo daxwazên Hamasê gavan diavêje, lê Hamas daxwazên xwe diguherîne.

Miller dîyar kir ku jibo lihevkirinê divê du alî hebin û got ku Hamas nîşan dide ku ew lihevkirinê naxwaze.

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê ragihand ku hêzên wê bi êrîşên esmanî du enîyên firandina muşekan ya Hamasê hilweşandine.

Ew artêş dîyar dike ku operasyonên ji erdê jî didomin û dide zanîn ku di êrîşên esmanî de bi dehan çekdarên Hamasê hatine kuştin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG