Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UEFA ser Lîstikvanê Tirk Demîral jiber Nîşana 'Gurên Boz' Lêpirsînê Dike


Lîstikvanê tîma Tirkîyê Merîh Demîral, di lîstîka bi Awusturya, silava ya ultra-neteweperest ya tundrê dide, 3 Tîrmeh, 2024, bajarê Leipzig, Almanya.
Lîstikvanê tîma Tirkîyê Merîh Demîral, di lîstîka bi Awusturya, silava ya ultra-neteweperest ya tundrê dide, 3 Tîrmeh, 2024, bajarê Leipzig, Almanya.

Yekîtîya Federasyonên Futbolê ya Ewrupa (UEFA) îro Çarşemê ragihand ku wê derbarê lîstikvanê tîma Tirkîyê Merîh Demîral lêpirsînek vekiriye, piştî wî jibo pîrozkirina golek di lîstîka bi Awusturya de, silava neteweperest ya tundrê daye.

“Li gor xala 31(4)'an ya Rêziknameya Disîplînê ya UEFA'yê, derbarê lîstikvanê Federasyona Futbolê ya Tirkîyê lêpirsînek hatiye vekirin, jiber tevgera wî ya nerêkûpêk ya îdiakirî," UEFA got.

Di Kupaya Ewrupa (Euro 2024) de, tîma Tirkîyê do Sêşemê li bajarê Leipzig yê Almanya hember Avusturya bi encama 2-1 serketî bû û derbazî qonaxa fînalên çarîyekê bû.

Lîstîkvanê Tirk Demîral piştî gola xwe ya duyê, bi tilîyên xwe silava nîşana gurên boz kir.

Ev nîşana serê gûr, sembola koma Tirk ya neteweperest ya tundrê Gurên Boz e. Ev kom ser bi Partîya Tevgere Netewperwer (MHP) ve ye ku ew bixwe jî hevbenda AKP ya Serok Recep Tayyîp Erdogan e.

Wezîra navxweyî ya Almanya Nancy Faeser îro Çarşemê şêwaza pîrozbahîya lîstikvanê Tirk de bi tundî şermezar kir.


"Cihê sembolên tundrêyên rastgir yên Tirk li stadyumên me tune ye. Karanîna Kupaya Futbolê ya Ewrupayê wek platformek jibo nijadperestîyê bi tevahî nayê qebûlkirin. 'Gurên Boz' li Almanyayê di bin lêpirsînê de ne," Faeser li ser platforma X’ê got.

Demîral yê 26 salî piştî lîstîkê ji rojnamevanan re got ku ew pir serbilind e silava Gurên Boz daye. Wî hewiha dîyar kir ku ew bi wê yekê Tirkbûna xwe nîşan bide û ew pir kêfxweş e.

"Min ev nîşan kir. Ez bi Ttirkbûna xwe gelek serbilind im, piştî gol avêtinê min heta dawîyê bi wê yekê hest kir. Loma min xwest tiştekî wiha bikim. Ez pir kêfxweş im ku min ew nîşan kir, hemî temaşevan bi me serbilind in," wî got.

Wezîrê Çandinîyê yê Almanya Cem Ozdemîr jî, ku bi eslê xwe Tirk e, silava Gurên Boz bi tundî rexne kir.

"Di silava gur de ti tiştê veşartî tune ye. Sembola teror û faşîzmê ye," Ozdemîr, yek ji siyasetmedarên Alman yên herî navdar, ser X got.

Li Tirkîyê hikûmeta AKP û hevbendê wê MHP'ê lêpirsîna UEFA'yê şermezar kirin.

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk got kesên ku jiber nîjadperestî û faşîzmê xembar in, divê li parzemîna ku rastgirîya tund zêde bûye bala xwe bidin hilbijartinên vê dawîyê.

“Nîşana gurên boz ku kurê me Merîh piştî golavêtinê nîşan da, peyama neteweya Tirk ji cîhanê re ye. Destpêkirina lêpirsîna UEFA’yê hem nêta nebaş e û hem jî beşek ji zincîra provokasyonan e, ku di van rojên dawî de gihîştîye cîhekî metirsîdar," serokê MHP’ê Devlet Bahçelî got.

"Gurên Boz" di salên 1960’î de hatîye damezrandin û berevanîya nêrînên radîkal yên rastgir û tundrê dike. Wê di salên 1980’î de dijî çalakvanên çepgir û kêmanîyên nijadî tundûtûjî bikar anî.

Kom li Fransa û Awusturya qedexe ye. Sembola wê li Awusturyayê qedexe ye û li Almanya jî di bin çavdêrîyê de ye.

Komeleya Îsraîlî ya Alman "Gurên Boz" jibo Cihû, Ermenî, Yunan û Kurdan wek gef binav dike û hevdem bang li karbidestên Alman dike ku komê qedexe bikin.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG