Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Efserekî Tirk bi Tawanbarîya Qaçaxçîtîya Mirovan ji Sûrîyê Hatîye Girtin


Dîmeneke leşkerekî artêşa Tirkîyê (Arşîv)
Dîmeneke leşkerekî artêşa Tirkîyê (Arşîv)

Ajansa France-Presse (AFP) îro Pêncşemê ragihand ku efserekî artêşa Tirkîyê bi gumana qaçaxçîtîya mirovan ji ser sînorê Sûrîyê hatiye desteser kirin.

AFP ev nûçe ji zarê jêderên wezareta berevanîyê ya Tirkîyê ragihand.

Di medya Tirkîyê de vê hefteyê gelek nûçe hatine ragihandin ku efserekî ku berpirsê operasyonên li Sûrîyê bû, otomobîla xwe ya fermî jibo qaçaxçîtîya mirovan bi kar anîye, bi mebesta derbazkirina xalên kontrolê.

Herwiha, wî serbazî ji qaçaxçîtîya mirovan bi hezaran dolar qezenc kiriye, li gor AFP.

Jêderan raportên di medya Tirkîyê de piştrast kirin.

Medyayê ragihand ku efser li bajarê Enqerê hatiye desteser kirin, ser fermana dozgerê li navçeya Akcakale ya bajarê Rihayê ku nêzî sînorê Sûrîyê ye.

Jêderên wezareta berevanîyê desteserkirina efserî jî piştrast kirin, lê negot ku ew kengî û li ku hatiye girtin.

Jêderan herwiha ragihand ku wezareta berevanîyê derbarê efserî lêpirsîneke daye destpê kirin û ew hatiye neçarkirin ku karkenar bibe.

"Pêvajoyên rêvebirî û qanûnî didomin," wan got.

Wan herwiha destnîşan kir ku wê rê nedin di nava artêşa Tirkîyê de, ti kes qanûnan binpe bike.



Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG