Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Tundîya li Herdu Welatan, Tirkîye Sînorê Sûrîyê Girt û 474 Kes Desteser Kir


Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî Tirkîyê li el-Bab, li herêma Helebê ya ku di destê opozîsyona Sûrîyê de ye ( 1'ê Tîrmeh, 2024)
Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî Tirkîyê li el-Bab, li herêma Helebê ya ku di destê opozîsyona Sûrîyê de ye ( 1'ê Tîrmeh, 2024)

Tirkîyê îro Sêşemê hemû derîyên xwe yên serekî yên sînorî ligel Sûrîyê girtîye, piştî ku hêzên Tirk li bakurê rojavayê, rastî gulebarana Sûrîyan hatin, yên ku jiber êrîşên dijî welatiyên xwe li Tirkîyê bi hêrs daketin kolanan.

Reutersê ev agahî ji zarê jêderekî opozîsyona Sûrîyê û rûniştvanên bakurê rojavayê Sûrîyê ragihand.

Li Tirkîyê, wezîrê navxweyî Alî Yerlîkaya dîyar kir ku 474 kes hatine desteser kirin, yên ku di êrîşên li seranserê welêt de civaka Sûrî armanc kiribûn

Di bûyerên ku roja Yekşemê li bajarê Qeyserî (Kayserî) destpê kirin de, mal û wesayîtên Sûrîyan hatin wêran kirin û şewitandin. Ev tundî derket holê, piştî belavbûna nûçeyan ser medyaya civakî ku dibêjin mêrekî Sûrî destdirêjîya zarokekî kirîye.

Piştre, êrîşên dijî penaberên Sûrî li çend bajarên din yên Tirkîyê belav bûn.

Sazîya îstixbaratê ya Tirkiyê (MÎT) di daxuyanîyekê de ragihand ku tundûtûjî li bajarên Hatay, Dîlok (Gaziantep) Konya, Bursa û navçeyeke Stenbolê derketine.

Di yek ji vîdyoyên li ser medya civakî ji Qeyserîyê de, hat bihîstin ku zilamekî Tirk diqîre: "Em êdî Sûrîyan naxwazin! Em êdî biyanîyan naxwazin."

Wezîr Yerlîkaya bang li welatîyên Tirk kir ku aram bin û bi nermî tevbigerin.

"Yên ku van komployan dijî dewlet û xelkê me çêdikin, wê berîva ku heq dikin, bigirin."

Wezîrê dadê Yilmaz Tûnç jî ragihand ku dadgeha Qeyseriyê do bi şev biryara girtina wî mêrê Sûrî daye.

"Zarok û malbata wî di bin parastina dewleta me de ne," wî got.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan roja Duşemê jiber êrîşên dijî Sûrîyan opozisyona bi gûrkirina nijadperestîyê tawanbar kir, bêyî ku delîlan nîşan bide.

Erdogan herwiha tundîya dijî Sûrîyan şermezar kir û got ku ev tişt "nayê qebûl kirin."

Paşê, bi sedan Sûrîyên hêrsbûyî li çend bajarokan li bakurê rojavayê Sûrîyê yên di bin destê serhildayan de daketin kolanan. Lê wê deverê Tirkîyê bi hezaran leşker hene û wekî qadeke bandora Tirkîyê tê zanîn. Enqere li wir piştgirîya komên çekdar yên opozisyonê dike.

Berpirsekî sînorî ji Reutersê re got ku Tirkîyê derengî Duşemê, bersîva bûyerên li bakurê rojavayê Sûrîyê da û heta fermaneke din derîyê sînorî yê Bab el Hewa girt. Ev derî jibo zêdetirî 3 milyon niştecîhan, rêyeke serekî ya bazirganî û rêwîtîyê ye. Ji bilê wê, derîyên Bab el Selam û deriyên din yên piçûktir jî hatine girtin, li gor wî jêderî.

Li bajarê Efrînê jî şer û pevçûnên herî tund qewimîn. Di pevçûnenên di navbera xwepêşanderên çekdar û leşkerên Tirkîyê de herî kêm 4 kes hatin kuştin.

Li çend herêmên din jî pevçûnên çekdarî derketin. Herwiha, sivîlan bi keviran êrîşî karwanên leşkerên Tirkîyê kirin û ala Tirkîyê ji ser hin navendan daxistin.

Piranîya karbidestên Tirkîyê alozîyên li Sûrîyê wek "provokasyon" binav kir.

Wezareta Derve jî got ku: "Şaş e ku bûyerên xemgîn yên li Qeyserîyê qewimîn wek bingeh tên karanîn... jibo hin provokasyonên li derveyî sînorên me."

Erdogan Înîya borî (28'ê Hezîranê) got ku jibo zindîkirina peywendîyên hevdîtineke bi Serokê Sûrîyê Beşar Esed re pêkan e.

Tirkîyê sala 2011'an peywendîyên xwe ligel Sûrîyê qut kir, piştî şerê navxweyî yê Sûrîyê destpê kir û Enqere piştgirîya serhildayên dijî Esed kir.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG