Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

115 Nivîskar û Hunermendên Tirkîyê Bang li Hikûmetê Dikin Qayumê Bajarvanîya Colemêrgê Vekişîne


Hejmareke nivîskar û hunermendên Tirkîyê îro Sêşemê bi daxuyanîyeke hevbeş ragihand ku ew dijî erkdarkirina qayuman disekinin.

Di daxuyanîyê de, ku 115 nivîskar û hunermandan îmza kir, hat gotin ku erkdarkirina qayuman binpêkirina mafên hilbijartinê ye.

Nivîskar û hunermandan dîyar kir ku bi qayumê ku dest danîye ser Bajarvanîya Colemêrgê tevî mafên Colemêrgîyan mafên hemî hemwelatîyan hatine binpê kirin.

"Qayum derbê li hêvîyên ser aştî û aramîya welêt dixe û hema bêje hemî alîyên civakê dijî erkdarkirina qayuman disekinin. Em wan daxuyanîyên ser domandina qayuman rast nabînin."

Wan nivîsakar û hunermandan bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku qayumê Bajarvanîya Colemêrgê demûdest vekişîne û li gor demokrasî, hiqûq û mafan tevbigere.

Di nav wan kesan de ku îmza avêtine daxuyanîyê romannivîs Orhan Pamuk jî heye ku Xelata Nobelê sitandiye.

Umît Kivanç, Ayşegul Devecîoglu, Vecdî Erbay, Yavuz Ekîncî, Muge Îplîkçî, Murat Uyurkulak, Murat Ozyaşar, Menekşe Toprak, Berîvan Kaya û Latîfe Tekîn jî îmza avêtine ser daxuyanîyê.

Bajarvanîya Colemêrgê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi 48,91 ji sedê dengan ketibû destê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), lê şaredarê wê Mehmet Sidik Akiş di rojên borî de bi tohmeta peywendîyên bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re, ku Tirkîye wek rêxistineke terorê dibîne, hat girtin û jibo bajarvanîyê qayum hat erkdarkirin.

Kulîsên parlamana Tirkîyê dîyar dikin ku wê Wezareta Navxweyî di rojên pêş de bi qayuman dest deyne hin şaredarîyên din yên DEM Partî yên li nêzî sînorên welêt.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de ser erkdarkirina qayum gotibû ku ger berbijar dijî qanûnan tevbigere ewê jî li gor qanûnan tevbigerin.

Erdogan dîyar kiribû ku hiqûqnas karên xwe dikin û ewê karên xwe bidomînin.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG