Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Warê Turîzmê de Armanca Tirkîyê ya Îsal Çi Ye?


Dîmenek ji bajarê Mugla li Tirkîyê (Wêne: Eyyûp Demîr)
Dîmenek ji bajarê Mugla li Tirkîyê (Wêne: Eyyûp Demîr)

Tirkîye di demsala gerîn û behnvedanê de dixwaze rekoreke bi dest bixe. Wezareta Çand û Turîzmê dibêje ku hejmara gerokên ku tên welêt dê bigihêje 60 mîlyonan û dahatên wan jî wê 56 mîlyar dolar be.

Lê, Wezareta Turîzmê radigîhîne ku li hemberî van armancan hin astengîyên aborî hene.

Li Tirîyê hejmarên otelên turîstîk li gor belgeya Wezareta Çand û Turîzmê di sala 2024’an de 20 hezar û 168 û hejmara nivînan jî gihêştiye 1 mîlyon û 781 hezar û 377’an.

Serokê Komela Turîzmê ya Alaçati Kerem Unsal dibêje ku di vê salê de hêvîya wan gelek mezin e.

Kerem Unsal
Kerem Unsal

“Jiber erdheja sala borî, hilbijartinên giştî û ji nerazîbûnên aborî, me demsala herî dijwar ya dîroka xwe derbaz kir. Lê, hêvîya me jibo sala 2024’an pir bilind e. Jiber vê yekê jî me niha pirtûkên danasînê yên pêşwext amade kirine.”

Li gor daneyên Wezareta Turîzmê di sala 2023’yan de 51.5 mîlyon turîst hatine Tirkîyê û dahatên geştîyarîyê jî gîhêştibû 46.3 mîlyar dolaran.

Di warê turîzmê de salên 2020-2021-2022 bêtir di bin bandora pandemîyê de derbaz bûbû û sektora turîzmê ketibû rewşeke pir dijwar.

Kesên ku karên turîzmê bi awayekî profesyonel bi rêve dibin, radigîhînin ku gerokên bîyanî dibe ku werin Tirkîyê, lê yên navxweyî jiber rewşa xirab ya aborîyê êdî zêde nikarin betlaneyê bigirin.

Unsal bi bîr tîne ku di demên dawî de nizimbûna nirxê lîraya Tirkê ji kesên bîyanî re bûye derfet, jîyan a hemwelatîyên Tirkîyê dijwartir dike.

Li gor Kompanya Lêkolînê ya Piar Areda, li Tirkîyê ji % 73.1 kes pere nikare berhev bike loma jî ew weke berê nikarin herim cîhên betlaneyê.

Li gor lêkolînê li Tirkîyê hîn ji % 11.1 ji hemwelatîyan dikarin derkevin tatîlê, ji % 31.7 hin budçeya wan derfet dide betlaneyê, lê ji sedî 50.7 ji tiştên wiha bê par in.

Necat Çelîkol
Necat Çelîkol

Karsazê Turîzmê Necat Çelîkok ji armanca Wezareta Çand û Turîzmê gelek kêfxweş e, lê qasî reklamê, asta xizmeta ku tê dayîn jî girîng dibîne.

“Karê me bêtir li ser xizmetê ye, gava yek ji xizmetê dilxweş be, diçe ji kesên derdorên xwe re reklama me dike. Tiştekî din jî yên ku betlaneyê dikirin bivê nevê li bihayan jî temaşe dikin. Dema geştîyar zêdebin di bihayên firotinên me de jî daketin çêdibe. Jiber vê jî ger Wezareta Çand û Turîzmê vê armaca xwe bîne cî ev hem jibo me û hem jî jibo geştîyaran gelek erênî ye.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku ji ber destpêkirina germê gelek kes dixwaze ku herin betlaneyê. Li tevahîya Tirkîyê betlaneya cejna qurbanê ya 9 rojî destpê kir û kesên xwedî derfet diçin deverên deryayî.

Raporta Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
XS
SM
MD
LG