Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê ji 'Lîsteya Gewr' ya FATF Hate Derxistin


Saziya Karûbarên Çalakîya Darayî (FATF), ku çavderîya tawanên darayî yên navneteweyî dike, îro Înê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Tirkîye ji "lîsteya gewr" hatiye derxistin, lîsteya çavdêriyê ya şûştina pereyan û fînansekirina terorê.

"Tirkîye di têkoşîna dijî şûştina pereyan û fînansekirina terorê de pêşketineke girîng bi dest xistiye," FATF piştî civîna xwe ya giştî ya li Sîngapurê got.

FATF ya ku bingeha wê li Parîsê ye, di Cotmeha 2021’an de Tirkîyê xistibû nava "lîsteya gewr," jiber fîkarên ser şûştina pereyan û fînansekirina terorê.

"Pêdivî ye ku Tirkîyê di pîşesazîyên banka, firotina milk, zêr û cewher de, pirsgirêkên cidî yên çavdêrîyê çareser bike, " Berpirsê Giştî Darayî FATF Dr. Marcus Pleye gotibû.

Biryara îro ya derxistinê îro hat, piştî ku tîmek FATF vê dawîyê bi karbidestên Tirkîyê re hevdîtin pêk anî jibo nirxandina pêşketina di çareserîya van fîkaran de.

Karbidestên Tirk pêşwazîya vê gavê kir, ku tê dîtin rewşa wê ya navnetewî baştir dike û dibe ku veberhênanên nû bi alîyê xwe ve bikişîne.

Wezîrê Darayî yê Tirkîyê, Mehmet Şîmşek ku li civîna FATF li Sîngapurê bû, kêfxweşîya xwe dîyar kir.

"Bi saya tedbîrên me yên baş ku me saz kir, Tirkîye ji lîsteya gewr hat derxistin."

Alîkarê Serokomarê Tirkîyê Cevdet Yilmaz li ser platforma X’ê got: "Bi vê pêşketinê, bawerîya sermayedarên navneteweyî bi sîstema darayî ya welatê me hîn xurttir bûye."

Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya jî dîyar kir ku Tirkîye wê têkoşîna xwe ya dijî tawanên rêxistinkirî bi biryarderî bidomîne, ku di mehên dawî de li tevahîya welêt zêde bûne.

FATF ji hêla koma G7'an ya aborîyên pêşketî ve di 1989’an de hatiye damezrandin û di bin sîwana Rêxistina Pêşketin û Hevkarîyê ya Aborî (OECD) de ye da ku sîstema darayî ya cîhanî biparêze.

Sindoqa Dirava Navnetewî (IMF) nîşan dide ku nebûna di lîsteya gewr de jibo welatan pir girîng e, jiber ku destnîşankirineke wiha dikare têkilîyên welatan ligel bankên biyanî û veberhênerên ku li gor pîvanên FATF’ê tevdigerin, asteng bike.

Zêdetirî 20 welatên din niha di lîsteya gewr ya FATF de cih digirin, ku herî dawî di Sibatê de, Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî ji lîsteya gewr hat derxistin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG