Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîyê Navbeynkarîya Danûstandinên Somal û Etopyayê Dike


Xwepêşandanek li paytexta Somalê, Mogadîşu, dijî peymana benderê di navbera Etopya û Somalîland de. (arşîv)
Xwepêşandanek li paytexta Somalê, Mogadîşu, dijî peymana benderê di navbera Etopya û Somalîland de. (arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Duşemê ragihand ku Tirkîyê dest bi navbeynkarîya danûstandinên di navbera Somal û Etyopyayê kiriye. Danûstandin ser peymana bendera Addis Ababa ne ku di destpêka vê salê de bi herêma xweser ya Somalîlandê re hatibû îmza kirin.

Reutersê ev agahî ji zarê 4 karbidestên ku bi mijarê agahdar in wergirtiye.

Têkilîyên Somal û Etopyayê di Rêbendanê (meha yekê) de xirab bûn, dema Etopya 20 km xeta beravê ji Somalîlandê kirê kir, di berdêla naskirina serxwebûna wê de.

Mogadîşû ew peyman dij-qanûnî binav kir û wek bersîv, balyozê Etopya dersînor kir. Somalê herwiha gefa derxistina bi hezaran leşkerên Etopyayê xwar, ku li wî welatî bi cih bûne jibo alîkarîya şerê dijî serhildêrên Îslamî yên çekdar dikin.

Danûstandin jibo sererastkirina peywendîyên dîplomatîk yên her du welatên cîran yên rojhilata Afrîqayê wek hewla herî dawî tê ditîn.

Du ji karbidestan got ku armanca danûstandinê ne dîyar bû, û hêvîyên çareserîyê kêm bûn.

"Tevî gotegotên ku Somalê helwesta xwe ya ser redkirina dîyalogê nerm kiriye jî, heta ku Etopya ji peymanê venekişe, ew pêkan xuya nake," yek ji karbidestan got.

Somalîland di 1991’ê de serxwebûna xwe ji Somalê ragihand, lê di bidestxistina naskirina navnetewî bi temamî ser neketîye.

Berdevkê Somalîlandê dîyar kir ku ew beşdarî danûstandinan nebûne.

"Ez jibo pêşveçûnê rêyekê nabînim û ez hêvî nakim ku ji van danûstandinan pir tişt derkevin," karbidestekî din got.

Berdevkên hikûmeta Somalî, yên wezaretên dervê yên Tirkîyê û Somalê, û herwiha sazîya îstixbaratê ya Etopyayê heta niha bersîva pirsên Reuters nedane.

Tirkîye bûye hevbendê nêz yê hikûmeta Somalê, ji dema ku Serokê wê Recep Tayyîp Erdogan cara yekê di 2011’an de serdana Mogadîşu kir.

Piştre artêşa Tirkîyê dest bi perwerdekirina hêzên Etopya yên ewlekarîyê kir û ji Mogadîşu re alîkarîya pêşvebirinê pêşkeş kir.

Herdu welatan di Sibatê de peymaneke berevanîyê îmze kir, bi rîya wê Enqere wê piştgirîya ewlekarîya deryayî ji Somalê re peyda bike da ku ew berevanîya avên xwe yên herêmî bike.

Tirkîyê, li Somalê dibistan, nexweşxane û binesazîyê ava dike û xwendekaran tîne ku li Tirkîyê bêpere bixwînin. Di berdêla wê de bingehên li ser rêgehek deryayî bidest xistiye ku di veguhestina keştîyên cîhanî de pir girîng e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG