Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Îsraîlê Ser Berfirehkirina Şerê Gaza Sûcdar Dike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li ser kanala TRT ya dewletê dîyar kir ku girjîya li Rojhilata Navîn fikaran çêdike.

Fîdan got ew dibînin ku Îsraîl êrîşên xwe yên dijî Lubnanê gav bi gav zêde dike.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê dide zanîn ku bi peqînan di du rojan de 32 kes hatine kuştin û pirtir ji 3,000 kes birîndar bûne.

Îsraîlê ser peqîna amûrên peywendîyê û bêtêlên endamên Hizbulahê, ku operasyoneke bêpêşîne ye, ti şîrove nekir.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant do Çarşemê ser sînorê Lubnanê got ku ew giranîya xwe didin ser hêla bakur.

Tirkîyê ser peqînên dawî yên li Lubnanê, Îsraîl sûcdar kir.

Cihekî yek ji peqînên vê dawîyê li Lubnanê.
Cihekî yek ji peqînên vê dawîyê li Lubnanê.

Fîdan da zanîn ku operasyonên Îsraîlê bi demê re provokatîftir bûne û got ku jibo Îran, Hizbulah û komên nêzîkî wan xêncî bersîvdanê ti rêk nemaye.

Hizbulah, ji şerê dawî yê Îsraîl û Hamasê vir ve, hevbenda koma Filîstînî ye.

Îsraîlê bi qasî salekê ye bala hêzên xwe daye ser Gaza ku Hamas wir bi rêve dibe.

Di vê qonaxê de, Îsraîl û Hizbulah jî li sînorê Lubnanê pev çûn ku di wan pevçûnan de li Lubnanê piranîya wan çekdar bi sedan kes û li Îsraîlê jî bi dehan kes hatin kuştin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê bi Serokwezîrê Lubnanê Najib Mikati re axifî û ser peqînên kujer sersaxî xwest.

Erdogan êrîşên Îsraîlê yên dijî Gaza bi tundî rexne dike.

Fîdan, ku berî bibe wezîrê derve li Tirkîyê rêberê îstixbaratê bû, ser rêbaza peqînên berfireh dîyar kir ku rêxistinên îstixbaratê karên wisa dikin û got ku bi operasyona dawî ya Îsraîlê jibo tevahîya herêmê rîsk çêbûne.

Wî got ku her çiqas ew niha Lubnanê difikirin jî jibo Urdun, Misir û tevahîya herêmê rîskên şer hene.

Wezîrê Tirkîyê dîyar kir ku divê sîstema navneteweyî bê ku dereng bibe rê li ber gurbûna girjîyê bigire.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG