Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Gotinên Îmamoglu Derbarê Koçberan, Hikûmeta Tirkîyê Dibêje 'Guh Nedin Daxuyanîyên Spekulatîf'


Dîmeneke bajarê Stenbolê ku tê de Mizgefta Hagia Sofya xuya dike.
Dîmeneke bajarê Stenbolê ku tê de Mizgefta Hagia Sofya xuya dike.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê îro Înê ragihand ku li Stenbolê 1,087,017 kesên bîyan hene.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu do Pêncşemê gotibû ku li bajêr bi qasî 2,5 mîlyon penaber hene û dîyar kiribû ku bajar êdî vê rewşê nake.

Li gor daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê, li Stenbolê 530,612 Sûrî hene û ew bi parastina demkî li bajêr dimînin.

Wezaret dide zanîn ku 3,252 bîyanên din jî bi parastina demkî li bajêr in û li bajêr 553,153 bi destûra îqametê rûdinin.

Wê wezaretê bang li welatîyên Tirkîyê kir ku guh nedin gotinên spekulatîf.

Îmamoglu, ku wek yek ji rêberên li pêş yên opozisyona Tirkîyê tê dîtin, dîyar kiribû ku hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo hatine penaberan çepik lêxistine û çepik dane lêxistin.

Îmamoglu gotibû ku nifûsa fermî ya Stenbolê 16 mîlyon e û 17-18 ji sedê nifûsê penaber e û dîyar kiribû ku ew yek hem li Stenbolê hem jî li penaberan neheqî ye.

Li Tirkîyê herî zêde koçberên Sûrî hene ku li gor raporta Gulana 2024’an ya Wezareta Navweyî hejmara wan 3,115,536 e.

Wezaret dîyar dike ku koçberên Sûrî herî zêde li Stenbol, Entab û Ruha dijîn.

Karbidestên AKP’ê hin caran ser vegera koçberên Sûrî daxuyanîyan didin, lê ew dibêjin ku ew nikarin wan bi darê zorê vegerînin.

Jêder: X, Gazete Oksîjen, Komeleya Penaberan

XS
SM
MD
LG