Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Ji Ber Sedemên Aborî Kirîna Sewalên Qurbanê Kêm Dibe


Di demekê de ku misilmanên cîhanê îro cejna Qurbanê pîroz dikin, bandora rewşa aborî ya Tirkîyê xwe di cejna Qurbanê de jî dîyar dike.

Piraniya xelkê Enqerê radigîhînin ku bihayên kîloya goşt ji wan re giran tê, ji ber vê jî derfeta wan tune ye ku sewalan ji bo cejna qurbanê bikirin.

Ergun Dur, bi xwe li Enqerê bazara Ulusê karê qesabîyê dike. Ew ragdigîhîne ku, jibo cejnê, li ber şert û mercên aborîyê pir kes nikare ku goşt bikire.

“Di demên berê de, di cejna Qurbanê de pir kes diçûn qurban dikirîn, lê di van salên dawî de êdî kes nikare bikire. Ew kesên ku qurban dikirîn îro em temaşe dikin kîlok goşt ji wan re bi biha tê. Dikarim bêjim ku li Enqerê di firotinên me de ji 2/3 kêmbûn heye û firotinê me jî gelek daketîye.”

Li gor daneyên Wezareta Çandinî û Daristanan, tê pêşbînîkirin ku di Eyda Qurbanê ya sala 2024’an de li tevahîya Tirkîyê nêzî 680 hezar dewar û 2 milyon û 500 hezar heywanên biçûk wê were firotin. Di sala 2023’yan de nêzîkî 4 mîlyon pez û dewar hatine qûrbanîkirin. Ev jî dîyar dike ku ji sedî 12.8 di firotina qurbanîyan de ev sal daketin heye.

Li gorî texmînan, di sala 2024’an de, dê bi giştî nêzî 107,3 mîlyar lîrayê Tirkî jibo heywanên qurbanî bên dayîn.

Li gor daneyên sazîya Odeyên Çandinîyê bihayên heywanên mezin ji 75 hezarî destpêdike heta 250 hazar lîrayî bilin dibe, heywanên biçûk jî ji 8 hazerî destpêdike heta 25 hazar lîrayî.

Li gorî sala borî bihayên heywanên qurbanî yên biçûk di vê salê de ji sedî 68.8, yên mezin jî ji sedî 88.4 zêde bûne.

Asim Avzer, bi xwe rûniştivanê Enqerê ye û bi malbatî ewan jibo vê cejnê qurban kirîne.

“Me bi malbatî sala borî qurban kirî, lê îsal jî em qurbanan serjê dikin. Me par bi 5 hezar lîrayî, lê ev sal jî mînahev qurban me bi 16 hezar lîrayî kirî. Ev car ji me re gelek giran hat. A rastî em bi du dilî bûn, gelo em bikirin an nekirin, lê me kirî.”

Fadîme Erken jî bi xwe karkenare. Ew radigîhîne ku bêtirî 18 sale ku qurbanî nekirinîne.

“Ji ber rewşa abarîyê li Tirkîyê mûçeyên karkenarek gelek kêm e. Ez mehane 10 hezar lîra digrim. Îro, ez vîya jibo xarinê, jibo kirêya xanî, gelo jibo çi serf bikim. Bes xanîyekî normal 15-20 hezar lira dixwazin. Ji ber vî jî kirîna qurbanê êdî ji bo me xiyalekî mezin e.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, her sal kirîn û firotina qurbanan li Tirkîyê pîyeseyeke aborîyê jî bi xwe re tîne. Lê ev sal ji ber rewşa heyî him yên ku heywanên qurbanî difroşîn û him jî yên ku dikirin li gor salên berê zêdetir gazînc dikin.

Raporta Deng/Eyyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

XS
SM
MD
LG