Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Çawa li Alozîyên Navbera Îsraîl û Hizbullahê Dinere?


Îsraîl êrîşên esmanî li dijî armancên Hizbullahê yên li ser sînorê Lubnanê didomîne. Hizbullah jî bi êrîşên mûşekî li hemberî Îsraîlê bersîv dide.

Hikûmeta Tirkîyê di wê bawerîyê de ye ku her geşedanek ku aramîya Lubnanê bixe metirsîyê, dê hevsengî li herêmê têk bide û li erdnîgarîyeke berfireh, ku Tirkîye jî di nav de ye, bibe sedema nearamî û alozîyan.

Pisporê Rojhilata Navîn û rojnamevanê lêkolîner Faîk Bulut ji Dengê Amerîka re ragihand ku Tirkîye di şerê Îsraîlê yê ligel Lubnan û Filîstînîyan de bi gotinan hin tiştan bibêje jî lê di piratîkê de nîne.

“Tirkîyê di vî şerî de piştgirîya Îranê dike û Hizbullahê diparêz e. Parastina Tirkîyê çî ye? Di sîyaseta hundir de ji bo gelê xwe, di sîyaseta derve de jî ji bo welatên din peyaman dike û bes hebûna xwe dîyar dike. Lê Tirkîye di warê pratîzekirinê de pêkan nîne ku ti gavekê bavêje, ew tenê bi gotinan hin tişta rexne dike. Ev şer heke ber bi Kurdistanê, Îranê û hin derên din ve berfireh bibe, wê gavê bivê nevê dê rewşeke taybet ji bo Tirkîyê jî pêk were.”

Wezîrê Derva yê Tirkîyî Hakan Fîdan jî bal kişand ser geşedanên ku ji Gazayê heta Lubnanê belav dibin. Fîdan dema behsa operasyonên Îsraîlê yên li Lubnanê dike, dibêje ku berfirehbûna nakokîyan li herêmê dibe sedema krîzeke mezintir.

Fîdan bi Wezîrê Derve yê Lubnanê Abdullah Buhabîb re li New Yorkê hevdîtin pêk anî. Fîdan dîyar kir ku Tirkîyê li cem Lubnanê ye, divê civaka navnetewî bi yekîtî tevbigere û got, “Êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê nayê qebûlkirin, Îsraîl diwxaze herêmê bikşîne nava kaosê.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî operasyonên Îsraîlê yên li dijî Gazayê rexne kir û got, “Rêvebirîya Îsraîlê jenosîdeke eşkere dike, mafên mirovan yên bingehîn binpê dike.”

Erdogan helwesta Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netenyahû jî şiband bi helwesta Adolf Hitler.

Pisporê têkilîyên navnetewî Prof. Bariş Adibellî dema têkilîyên Tirkîyê û Hizbullahê ji Dengê Amerîka re nirxand, ragihand ku Erdogan Hizbullahê wek “rêxistineke berxwedêr” binav dike.

“Tirkîye êrîşên li ser Lubnanê li gel Gazayê dinirxîne û weke berdewamîya êrîşên li Gazayê dibîne. Serokomar di serdana Amerîkayê de bi eşkere got ku ‘Îsraîl êrîşên li Lubnanê di çarçoveya hewldana xwe ya belavkirina vî şerî li herêmê’ nirxand. Tirkîye, Hizbûllah ne wek rêxistineke terorîs, wek rêxistineke berxwedêr û partîyeke sîyasî qebûl dike.”

Şerê ku nihaa di navbera Îsraîl û Hizbullah de berdewam dike ji alîyê çapemenîya Tirkîyê jî ji nêz ve tê şopandin.

Hin rojnamevanên ji Tirkîyê derbazî Lubnanê bûne, hin ji wan jî li qada sînor ku di bin kontrola Hizbullah de ye pir caran weşanên zindî dikin û bi tevahî Îsraîlê tawanbar nîşan didin.

XS
SM
MD
LG