Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Îranê Biryara îdamê ya li Ser Raper Tomac Salehî Betal Dike


Xwepêşandan li Almanya li Dij Ceza kirina Tomaj û havalên wî yên rapper li Îranê
Xwepêşandan li Almanya li Dij Ceza kirina Tomaj û havalên wî yên rapper li Îranê

Dadgeha bilind ya Îranê cezayê îdamê li dijî stranbêjê raper yê navdar Tomac Salihî ku ji sal û nîvan zêdetire ji ber piştgirîkirina tevgera xwenîşandanan ya sala 2022'an di girtîgehê de ye, betal kir, ev yek îro Şemiyê ji aliyê parêzerê wî ve hatîye ragihandin.

Parêzerê bi navê Amir Rayisyan got, “Li gorî biryara îtirazê ya ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye dayîn, cezayê îdamê (li dijî raper) hat betalkirin û doz dê were veguhastin ji bo dadgeheke bi heman rengî .

Di Nîsana borî de, dadgeheke Îranî bi cezayê sêdaredanê Salihî mehkûm kirbû, û rojnameya Şergh ya Îranî li ser zarê Rayisyan wê demê gotibû ku "dgeha Şoreşê ya Îsfehanê, bi tawana belavkirina fesdaê li ser rûyê erdê, cezayê îdamê da Tomac Salihî."

Ev stranbêjê ku li Îranê pir tê nasîn, bi stran û postên xwe yên li ser torên civakî, piştgirî da xwepêşandanên ku di sala 2022'an de li dijî mirina jina Kurd ya ciwan Jîna (Mahsa) Emînî ya (22 salî) hatbûn destpêkirin.

Di Mijdara sala 2022’an de, Dezgeha Dadweriya Îranê Salihî bi "propaganda li dijî sîstema siyasî" ya Komara Îslamî, ziyan gihandina ewlehiya welêt, "hevkariya bi welatên dijmin re" û "piştevaniya tundiyê" tawanbar kiribû.

Stranbêj piştî hat girtin di rojên pêşî de rastî "îşkenceya giran" hat.

Çavkaniyekî Navenda Mafên Mirovan ya Îranê ku nexwest nasnameya xwe e]kere bike ji AFP'ê re ragihand, ku di encama derbeyên li serê wî de çavê wî yê çepê bi giranî birîndar bûye û lingê wî yê rastê şikestiye.

Ji encama xwenîşandanên dem dirêj li Îranê bi sedan kes di nav wan de bi dehan endamên hêzên ewlekarîyê hatin kuştin. Rayedaran di dozên têkildarî xwepêşandanan de bi hezaran kes girtin û gelek kes îdam kirin.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG