Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husîyên Yemenê Berpirsîya Êrîşa Dronî ya li Tel Avîvê Digirin Ser Xwe


Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku droneke menzîldirêj ya çêkirina Îranê êrîş biriye ser navenda Tel Avîvê.

Artêşê dîyar kir ku di êrîşê de, ku berpirsîya wê Husîyên navend li Yemenê girtine ser xwe, yek kes hatiye kuştin û 4 kes jî sivik birîndar bûne.

Ev êrîşa ku alarmên Îsraîê neda şixulandin li vê demê rast hat ku artêşa Îsraîê berî çend saetan piştrast kiribû ku wê li Lubnanê fermandarekî payabilind yê Hizbulah ya bi piştgirîya Îranê kuştiye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari dîyar kir ku ew ser êrîşê vekolînê dikin û li gor agahîyên pêşî, dron modeleke pêşketî ya Samad-3 ya Îranê ye.

Hagari ji rojnamevanan re got ku agahîyên pêşî nîşan didin ku dron ji Yemenê hatiye Tel Avîvê.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku nîşan zêde dibin rêberê baskê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deif hefteya borî di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê hefteya pêş serdana Washingtonê bike û ew êrîşa dawî ya li Tel Avîvê fikar çêkirine ku jiber beşdarîya Husî û çekdarên din yên piştgirîya Îranê jî bi Hamasê re tevbigerin û şerê li Gaza berfirehtir bibe.

Karbidestekî leşkerî yê Îsraîlî dîyar kir ku ew hîn vekolînê dikin ku ka dronê çawa alarm nedaye şixulandin.

Wî karbidestî got ku li gor raporên pêşî dron hatiye tesbît kirin, lê jiber şaşîyên mirovî sîren lêneketine.

Piştre, wî karbidestî ji rojnamevanan re got ku ew behsa droneke wisa dikin ku dikare here mesafeyên dûr.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku ew jibo parastina qada esmanî geran zêdetir dikin, lê ti tedbîra berevanîya sîvîl nehatiye ragihandin.

Bajarvanê Tel Avîvê got ku ew jibo bajêr di alarma asta bilind de ne.

Husîyên li Yemenê yên bi piştgirîya Îranê dîyar dikin ku wan bi dronekê êrîş biriye ser Tel Avîvê û ewê jibo piştgirîya jibo Filîstînîyan êrîşên dijî Îsraîlê bidomînin.

Berdevkê Husîyên li Yemenê Yahya Saree ser Tel Avîvê got ku çekên wan digihijin wî bajarî û dîyar kir ku ji nav hedefên wan li rêza pêş e.

Saree da zanîn ku wan êrîş bi droneke nû ya nav Yafa li dar Xistiye û dyar kir ku ev dron dikare sîstemên berevanîyê derbaz bikin û radar nikarin wê bibînin.

Karbidestên servîsa acîl yên Îsraîlê radigihînin ku li nêzî cîhê peqînê termê mirovekî 50 salî hatiye dîtin û 4 kes jî bi şarapnelan, sivik birîndar bûne.

Dîmenên ji herêmê nîşan didin ku dron êrîşê dibe ser avahîyeke nêzî Balyozxaneya Amerîka ya li Tel Avîvê.

Husîyan piştî destpêka şerê Hamas û Îsraîlê ragihand ku ew bi Filîstînîyan re hevkarîyê dikin û ji wê demê vir ve êrîşên wan yên dijî hedefên Îsraîlî û Rojavayî zêdetir bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG