Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmar Nîşan Didin ku Harris Piştgirîya Hewce ya Delegeyan bi Dest Xistiye


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di vê demê de ku Partîya Demokrat hewil dide berî Kongreya Niştimanî pêvajoya xwe ya dîyarkirina berbijarê fermî biqedîne, jibo berbijarîya partîyê desteka hewce ya delegeyan bi awayekî ne fermî bi dest xwe xistiye.

Associated Press (AP) derengî roja Duşemê ragihand hejmara delegeyên ku piştgirîyê didin Harris 2,220 derbaz kiriye jibo misogerkirina berbijarîyê. Ji ku namzetek bibe berbijarê Partîya Demokrat pêdivîya wan bi piştgirîya 1,976 delegeyan heye.

AP dîyar kir ku wê ev hejmar ser bingeha bi daxuyanîyên partîyên eyaletan û axaftinên bi delegereyan re bû.

Harris derengî Duşemê got ku ew li bendê ye berbijarîyê di demeke nêzîk de bi awayekî fermî qebûl bike.

Berî vekişîna Serok Joe Biden jî, rêberên Demokrat plan kiribûn ku berî civîna 19-22’ê Tebaxê dengdaneke ser onlayn çêbikin.

Serokê Komîteya Demokrat ya Niştimanî, Jaime Harrison, roja Duşemê ji rojnamevanan re got ku ewê karbidest jibo temamkirina pêvajoyê roja Çarşemê bicivin û dîyar kir ku ewê partî heta 7’ê Tebaxê berbijarê xwe ragihîne.

Piştî ku Serok Joe Biden pêr Yekşemê bi awayekî surprîz ji berbijarîya li hember Serokê berê Donald Trump vekişî, Harris jibo kempeynê pirtir ji 80 mîlyon dolar kom kirin.

Hejmareke mezin ya karbidestên Demokrat piştgirîya berbijarîya Harris ya 59 salî dikin û ti hevrikê girîng eşkere nekir ku ewê jibo berbijarîyê bi wê re bikeve qayişkêşanê.

Seroka berê ya Civata Nûneran Nancy Pelosi, ku li derdorên Demokrat hîn jî sîyasetvaneke bibandor e, piştgirîya Harris kir û çaverê ye di Kongresê de rêberên din yên partîyê jî wek wê tevbigerin.

Pelosi roja Duşemê ser piştgirîya xwe ya jibo Harris got ku ‘’fermî ye, şexsî ye û destekeke sîyasî’’ ye.

Hejmareke mezin ya walîyên Demokrat jî piştgirîya xwe jibo Harris ragihandin. Di nav wan de ji Illinoisê J.B. Pritzker, ji Michiganê Gratechen Whitmer, ji Kentuckyê Andy Beshear, ji Marylandê Wes Moore, ji California Gavin Newsom, ji Minnesota Tim Walz û ji Wisconsinê Tony Evers hene.

Eger heye ku ji wan navan yek jibo cîgirîya serok bibe berbijar, lê Harris ji bîragiştî re eşkere nekir ku ew jibo cîgirîyê kê difikire.

Harris roja Duşemê di kombûneke kempeynê de dîyar kir ku ewê li hember Trump yê 78 salî bi awayekî serbilind performansa xwe nîşan bide.

Wê got ku Trump dixwaze Amerîkîyan vegerîne wan demên bê azadî û maf, lê bawerîya wan bi siberojeke şên heye ku cîh dide hemî Amerîkîyan.

Trump berbijarîya jibo Partîya Komarî di civîna hefteya borî de pejirand.

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters û AP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG