Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taywan Dibêje Ew Naxwaze bi Çînê re Şer Bike


Wezîrê Berevanî yê Taywanê Wellington Koo îro Duşemê got ku ew naxwazin ku bi Çînê re şer bikin, lê ew dixwazin dijî helwesta wê ya ser bidestxistina giravê berevanîya xwe xurt bikin.

Çîn, Taywan ya ku bi awayekî demokratîk tê birêve birin, wek axa xwe dibîne û wê di demên dawî de zexta xwe ya leşkerî û sîyasî ya jibo serwerîyê zêde kiriye.

Serokê Taywanê Lai Ching-te do Yekşemê got ku Çîn dagirkirin û pûçkirina welêt wek doza neteweyî dibîne û dîyar kir ku ger Çîn dest bi şerekî bike divvê ew nebêjin ‘’şerê pêşî wê şerê dawî be’’ û xwe radest nekin.

Serokê Taywanê Lai Ching-te
Serokê Taywanê Lai Ching-te

Li ser pirsa rojnamevanekî ku got, bê ku alîkarîya Amerîka hebe Taywan dikare li hember Çînê çiqas li ber xwe bide, Koo got ku armanca stratejîya wan ne tiştekî wisa ye.

Koo dîyar kir ku ew dixwazin ku kanînên Çînê yên ser dagirkirine qels bikin û şerekî asîmetrîk bimeşînin.

Taywan, wek beşeke reformên leşkerî, jibo hêzên wê yên li hember Çînê pir hindik in, piştgirîya pêşvebirina muşekên bi firokan ve montekirî û dronan dike û dixwaze şerê asîmetrîk rake asteke çêtir.

Çîn, Lai wekî "cudaxwazekî metirsîdar’’ binav dike û dîyar dike ku ew rîska pevçûnê gur dike.

Lai, ku dibêje bi tenê Taywanî dikarin ser siberojê Taywanê biryarê bidin, çend caran xwestîye ku bi Pekînê re bicive, lê daxwazên wî hatin red kirin.

Koo dîyar kir ku alîyê ku li Bendergeha Tayvanê gurjîyê gur dike û kêşeyan çêdike Çîn e.

Wî got ku wan ti carî şer nexwestiye û ew bi awayekî zelal dixwazin ku operasyonên xwe ser berevanîyê bimeşînin.

Serokê Amerîka Joe Biden ji pozîsyona Washingtonê ya wek ‘’nedîyarbûna stratejîk’’ tê zanîn dagerîya û dîyar kir ku ger Taywan bi êrîşan re rûbirû bimîne ewê berevanîya wê bike ku vê yekê hêrsa hikûmeta Çînê rakir.

Koo dîyar kir ku armanca stratejîya Amerîka sekinandina plana Çînê ya ser dagirkirinê ye û dîyar ki ku Pekîn nikare mudaxaleya Washingtonê paşguh bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG