Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan Dibêjin Talankirin û Destdanîna Ser Mal û Zevîyên Efrîyîyan Didome


Hin çalakvanên mafên mirov dibêjin ku komên çekdar yên opozisyona Sûrî li Efrînê bi rê û rêbazên cuda pereyan ji rûniştvanên Kurd distînin, herwiha dest li ser mal û zevîyên derbider û koçberan datînin.

Çavkanîyekî xwecîhî ku jiber sedemên ewlehîyê nexwest navê wî were eşkere kirin ji Dengê Amerîka re da zanîn ku bi nêzîkbûna demsala berhevkirina zeytûnan, komên çekdar bacên giran li ser cotkarên Kurd ferz dikin.

Wî got ku "Li ser her dareke zeytûnê ji 2 ta 10 dolaran hatiye ferz kirin û her komeke çekdar bi keyfî li devera bin destê wê de ye bacê bizorê ji şênîyan distîne. Herwiha tevî ku berê zeytûnan hîn negihaye, lê çakdar û malbatên wan dest bi dizîna berhemê kirine".

Parêzer û çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo balê dikşîne ku komên çekdar di her demsala çandinîyê de givaşan li cotkarên Kurd yên li Efrînê dikin û bi rêbazên cuda dest datînin ser berhema mewsimên wan.

Îbrahîm Şêxo
Îbrahîm Şêxo

"Ew bi van binpêkirinan dixwazin derfetên jîyanê li şênîyên Efrînê ku li hindur herêmê mane teng bikin, da ku berê wan jî bidin koçberîyê. Kurd îro li Efrînê bûne kêmanî rêjeya wan ji sedî 25 derbaz nake ku berî dagirîkirina Tirkîyê ji sedî 95 pirtir bû", Şêxo got.

Her d vê derbarê de, raporteke belgekirinê Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (El-Wihdê) dîyar kir ku, "Koma (Firqet El-Hemzê) li hemû gundên bin destê wê de ne jinû ve jimartina zevîyan dike û belgeyên kefalata zevîyên derbiderên Efrînî betal dike, van zevîyan ji destê xizmên wan digire û ew dest datîne ser wan".

Herwiha, li gor çalakvanên ji hindur herêmê koma (Silêman Şah - El-Emşat) ya li gundên nahîya Şîyê, Mabata û Cindirêsê serdest e, bacê ser li darên zeytûnan û li ser mal û milkê şênîyan jî ferz dike.

"Li ser her malbatekê 100 dolar, her dîkanekê 200 dolar, her bîreke avê 500 dolar û li ser her givaşgeheke zeytê 5 hezar dolar ferz kiriye, herwiha bi rêya mixtaran gefa desteserkirin û êşkenceyê li her kesê ku bacê nede xwariye".

Cîhê bîrxsitnê ye ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî sala par ceza li ser her du komên çekdar yên nav borî anku "Silêman Şah - El-Emşat" û " Firqet El-Hemzê – El-Hemzat" danîbûn ku ew jiber sûc û binpêkirinên berfireh ji mafên mirovan re li Efrînê berpirsyar in.

Li gor hin raportên hiqûqî nêzî 30 komên çekdar li Efrînê serdest in, ev kom di nava "Artêşa Netewî" de ne ku Tirkîyê piştgirîya wan dike û girêdayî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûrî ne.

Derbara binpêkirinên van koman de bi taybetî tawanbarkirina wan bi talankirin û destdanîna ser mal û zevîyan û ferzkirina bacê, me hewilda helwesta hikûmeta demkî zanibin, lê wan bersiva pirsên Dengê Amerîka neda.

Ji alîyê xwe ve Îbrahîm Şêxo dide zanîn ku dizîn û destdanîna ser mal û milkê şênîyên Kurd pir caran dibe cîhê nakokî û pevçûnan di navbera komên çekdar de, herwiha ew îdîa dike ku jiber piştgirîya Tirkîyê ji van koman re qurbanî û zerarmendên binpêkirinan nikarin gilîyê li dadgehan vekin.

"Kesên serî li dadgehan didin jibo mal û milkê xwe vegerînin pir caran tên girtin, gef lê tê xwarin û bi hincetên çêkirî li dijî wan gilî tên vekirin, herwiha ne bi dayîna pereyên zêde be ew nayên berdan", Şêxo got.

Komîteya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Taybet bi Sûrîyê çend roj berê raportek pêşkêşî Civata Mafên Mirovan ya NY kir, tê de behsa sûc û binpêkirinên komên çekdar yên di nava "Artêşa Netewî" ya opozisyona Sûrî de hatiye kirin.

Li gor raporta komîteya navnetewî, komên çekdar kiryarên weke: girtin û revandin, êşkence û tundîya seksî, talankirin û destdanîna ser mal û zevîyan encam dane, herwiha ev binpêkirin digihêjin asta sûcên şer.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG