Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsgirêka Penaberên Sûrî Bê Asoyên Çareserîyê Maye


Dîmenek penaberên Sûrî li kampeke Newala Beka li Lubnanê.
Dîmenek penaberên Sûrî li kampeke Newala Beka li Lubnanê.

Jiber şer û alozîya li Sûrîyê ku 13 salin berdewam dike, nîvê gelê vî welatî bûne derbider yan jî penaber.

Li gor daneyên navnetewî, 6 mîlyon û 500 hezar Sûrî li derve penaber in, piranîya wan li welatên cîran weke Tirkîyê, Libnan û Urdunê dimînin, herwiha bi qasî wan jî li hindurî Sûrîyê derbider in.

Sîyasetvanê Sûrî Eymen Ebdelnûr ji Dengê Amerîka re dibêje ku dosya penaberên Sûrî bûye cihê girjî û gengeşeyê, çi li welatên ew lê dimînin yan di pêvajoya çareserîya alozîya Sûrî de.

Eymen Ebilnûr.
Eymen Ebilnûr.

"Dosya penaberên Sûrî li welatên ew lê ne, weke kaxezeke sîyasî tê bikar anîn û bûye cihê hevrikîyê di navbera partîyên desthilatdar û dijberîyê de, loma givaş jibo vegerandina penaberan tê kirin" Ebdelnûr got.

Wî herwiha helwesta hikûmeta Şamê wiha şîrove kir, "Rejêma Sûrî jî naxwaza penaber vegerin, çimkî beşekî mezin ji wan dijber in, herwiha derfetên dabînkirina xizmetkarîyên serekî tuneye û malên penaberan û binesazî jî hatiye rûxandin".

Li gor daneyên Komîserîya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî jibo Karûbarê Penaberan, ji 3 mîlyonan zêdetir penaberên Sûrî li Tirkîyê dimînin.

Kampeke penaberên Sûrî li Tirkîyê (arşîv)
Kampeke penaberên Sûrî li Tirkîyê (arşîv)

Karbidestên Tirk îdîa dikin ku nêzî nîv mîlyon penaber bi dildarî vegeriyane Sûrîyê, lê çalakvanên mafên mirov dibêjin ku Tirkîyê bi darê zorê penaberan dersînorî herêmên bakurê Sûrîyê ku di bin dagirkerîya wê de ne, dike.

Li Libnanê jî, mîlyonek û 800 hezar penaberên Sûrî dimînin, ji wan tenê 800 hezar li cem Komîserîyê tomarkirî ne, ku karbidestên vî welatî jî gazina barê penaberan dikin û dixwazin wan vegerînin Sûrîyê.

Rêvebirê Rêxistina Hevdestî (Synergy) ya qurbanîyan, Îzedîn Salih dibêje ku rewşa Sûrîyê jibo vegerandina penaberan ne guncaw e.

Izedin Salih
Izedin Salih

"Vegerandina penaberan çi ji Libnanê yan jî ji Tirkîyê ku wan bi darê zorê vedigerîne Efrîn û Serêkanîyê, binpêkirin e û karekî li dijî yasaya navnetewî û û pransîpên mafên mirovan e. Herwiha di bawerîya min de derfetên guncaw û aram jibo vegera penaberan di dema nêzîk de dê peyda nebin", Salih got.

Her di vê çarçovayê de, şanderê Neteweyên Yekbûyî jibo Sûrîyê Geir Pedersen di kongireya Brukselê de dawîya meha borî gotibû ku, "Penaberên Sûrî asê mane di navbera givaş û nerazîbûna zêde li welatên mêvandar, herwiha tunebûna bawerîyê jibo parastin û pêjîyanê eger ew vegerin Sûrîyê".

Di wê kongireyê de, welatên bexşîner soza pêşkêşkirina 7.5 mîlyar euro jibo alîkarîya penaber û derbiderên Sûrî, dabûn.

Lêkoler li Navenda Sûrî ya Dîyalog û Lêkolînan Silêman Mehmûd dibêje ku vegera penaberan divê xweber, ewle û rûmetdar be, herwiha mercên vê yekê werin peyda kirin.

Silêman Mehmûd.
Silêman Mehmûd.

"Divê garantîyên navnetewî jibo parastina aramî û ewlehîya penaberên ku vegerin, hebin. Herwiha pêkanîna çareserîya sîyasî ya giştî û danîna givaşan li ser rejîmê jibo misogerîya mafên çi kesê vedigere, beramberî sivikirina cezayan, ku ev rêbaz di dawîyê de rê li ber damezrandina hikûmeteke niştimanî veke", Mehmûd got.

Di vê demê de ku Roja Cîhanî ya Penaberan tê zindî kirin, pir çalakvanên Sûrî dibêjin ku ti asoyên çareserîya vê dosyayê di demeke nêzîk de xuya nakin.

Loma rewşa penaberan hîn jî girêkeke di pêvajoya çareserîyê de, ku di vê navberê de penaber dibin mijara bazarên sîyasî, ku pêdivî bû pirtir bi çavên mirovahî li wan bihata nêrîn.

Raporta Newroz Reş_21_6_2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG