Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed Wezîrekî Berê Erkdar Dike Jibo Avakirina Hikûmetek Nû


Serokê Rejîma Sûrî Beşara Esed di Parlamentoya Sûrî de li Dîmeşq
Serokê Rejîma Sûrî Beşara Esed di Parlamentoya Sûrî de li Dîmeşq

Medyaya fermî îro Şemiyê ragihand ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed biryarek derxist û tê de Wezîrê berê yê Ragihandinê Mihemed Xazî El-Celalî erkdar kir ku hikûmeta nû ava bike.

Li gorî Reutersê, ev hikûmet dê şûna hikûmeteke din bigre ku dema wê bi dawî bûye û ji hilbijartinên parlemanî yên ku di nîvê Tîrmehê de pêk hatin, erkên rêvebirinê girtiye ser xwe.

El-Celalî ji sala 2014an heta 2016an Wezîrê Ragihandinê bû. Ew ji sala 2014an ve rastî cezayên Yekîtiya Ewropî tê, ji ber beşdarîya wî di "Çewsandin û zordariya tund ya ku rejîmê li dijî xelkê sivîl pêk tanî".

Li gorî ajansa nûçeyan a rejîmê, SANA, Celalî di sala 1969’an de li Şamê ji dayîk bûye û ji sala 2008’an heta 2014’an Alîkarê Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyê bû.

SANA got ku ew mamosta û serokê zanîngeha Sûrî ya taybet (SPU) ye ji Îlona 2023an ve, û doktoraya xwe di warê aborîya endezyariyê de ji zanîngeha Eyn Şemis li Qahîre di sala 2000 de, û bawernama mastera zanistî di endezyariya sivîl de ji Zanîngeha Eyn Şemis li Qahîre di sala 1997an de, û dîplomaya bilind di endazyariya şaristaniyê de ji zanîngeha Şamê di sala 1994an de, û bawernameya endezyariya şaristaniyê ji zanîngeha Şamê di sala 1992an de heye.

Piraniya Sûriyan ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar, nebûna elektrîkê, û hilweşîna nirxê lîreya Sûrî di encama şerê navxweyî yê ku di sala 2011 de dest pê kir, dikişînin.

Amarên Netewên Yekgirtî diyar dikin ku di encama şerê ku bûye sedema koçberî û derbiderkirina bi milyonan li hundir û derveyî welat, herî kêm 350 hezar kes hatine kuştin û bi sedan hezar kes jî birîndar bûne, ji bilî gelek kesên winda û binçavkirî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG