Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Amerîka bo Parastina Qurbanîyên Tundîya Nav Malê Qanûnek Pejirand


Li pêş Dadgeha Bilind ya Amerîka kesek peşwazîya biryara qanûna federal ya kontrol kirina çekan dike, ku parastina qurbaniyên tundîya nav male armanc dike, 21 Hezîran, 2024.
Li pêş Dadgeha Bilind ya Amerîka kesek peşwazîya biryara qanûna federal ya kontrol kirina çekan dike, ku parastina qurbaniyên tundîya nav male armanc dike, 21 Hezîran, 2024.

Dadgeha Bilind ya Amerîka îro Înê ser kontrolkirina çekan qanûneke federal pejirand, ku parastina qurbaniyên tundîya nav malê armanc dike.

Bi vê qanûnê, jibo kesên ku jiber tundîya nav malê rastî fermanên dadgehî hatine yan niha rûbirû ne, karanîna çekan wek tawan tê pênase kirin eger werin darizandin.

Dadweran ev biryar beremberî 1 dengî, bi 8 dengan dan ku qanûna 1994’an betal dike, wek binpêkirina Xala Duyê ya Destûra Bingehîn ya Amerîkayê. Xala Duyê mafê "hebûn û hilgirtina çekan" misoger dike.

Qanûna 1994’an ser pîvanên karanîna çekan bû, ku ji hin kesan qedexe dikir, jibo yên di bin fermana dadgehê de ne, jiber tundîyê, divê ji hevjînên xwe dûr bisekinin.

Jibo betalkirina vê qanûnê, mêrekî bi navê Zackey Rahimi li eyaleta Teksasê, serî li Dadgeha Pedaçûnê ya li New Orleans dabû. Jiber ku wî êrîşê hevala xwe ya jin kiribû û piştre gef xwaribû ku wê bikuje, qedexeya hilgirtina çekan li ser hebû.

Dadgeha New Orleans, Rahimi xwedî maf dît û di Hezîrana 2022an de Qanûna 1994’an betal kir.

Lê, dadwerên Dadgeha Bilind, îro biryara dadgeha federal li New Orleansê betal kir.

Serok Joe Biden pêşwazîya qanûna federal kir, tevî ku wî biryarên berê yên Dadgeha Bilind wek yên ser çek û kurtajê rexne dikir.

"Divê ti kesên ku li wan destdirêjî hatiye kirin xembar nebin, ku êrîşkarên wan çekan bidest bixin. Di encama biryara îro de, kesên ku ji tundîya nav malê rizgar bûne û malbatên wan wê hîn jî karibin xwe di nav parastinên girîng de bibînin, wekî di sî salên borî de," Biden got.

Komên ku jibo kontrola ewlekarîya çekan dixebitin, biryara îro Înê wek serkeftineke mezin ya qanûnî binav kir, ku hember tundîya bi sedema çekan wê bibe alîkar.

Lê wan biryarên Dadgeha Pedaçûnê ya federal li New Orleansê şermezar kir, ku rê vekiribû doz bigihêje vê astê.

Di rapirsîneke Reuters/Ipsos ya di Gulanê de, ji sedî 75 hilbijêrên qeydkirî yên Amerîkî dibejîn ku ji kesên ku jiber tundîya nav malê de di bin fermana qanûnî de be, divê destûr neyê dayîn ku ew xwedî çek bub.

Di nav wan hilbijêran de, ji sedî 84 Demokrat û ji sedî 70 jî Komarî ne.

Jêder: Reuters, AP

XS
SM
MD
LG