Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anket Nîşan Didin ku Sunak Dikare Kursîya Xwe Hinda Bike


Rojnameya Telegraphê bi anketa Savanta ragihad ku Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak dikare di hilbijartinên 4’ê Tîrmehê de kursîya xwe hinda bike.

Sunak ger di hilbijartinan de kursîya xwe hinda bike ku ewê bibe serokwezîrê yekê yê Brîtanya yê ku di hilbijartinê de kursîya xwe hindakirî.

Savanta ji 7 heta 18’ê Hezîranê bi 18,000 kesan anket hazir kir.

Li gor anketê Konservatîfên Sunak li Civata Jêrîn ya bi 650 endam li 53 kursîyan dimîne û Partîya Karkeran ya li muxalefetê jî 516 kursîyan bi dest xwe dixîne.

Piranîya anketan raber dikin ku Partîya Karkeran ya Keir Starmer bi qasî 20 ji sedê li pêş Konservatîfên li desthilatê ye.

Tevî ku tê texmîn kirin ku Sunak wê kursîya ji herêma bakurê Brîtanya hinda bike jî Savanta dibêje li gor marjan hilbijartinên wê li wê kursîyê û pirtir ji 100 kursîyên din deqedeq be.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG