Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Bal Dikişîne ser Binpêkirinên Dijî Kurdên Sûrîyê


Tankeke Tirkîyê li Efrînê (arşîv).
Tankeke Tirkîyê li Efrînê (arşîv).

Wezareta Derve ya Amerîka roja Sêşemê raporta xwe ya salane ya derbarê mafên mirovan weşandin, tê de balê dikişîne ser rewşa mafên mirov li seranserê cîhanê.

Di beşê girêdayî Sûrîyê de, raporta Wezareta Derve bi berfirehî behsa binpêkirinên mafên mirov li seranserê welêt dike. Ew bi taybetî balê dikişîne ser zordarî û binpêkirinên dijî sivîlên Kurd ji alîyê komên çekdar yên ser bi Tirkîyê ve.

Raport gelek mînakên binpêkirinên di sala 2023’an de tîne pêş ku ji alîyê komên di nav Artêşa Niştimanî ya Sûrî de hatine kirin. Artêşa Niştimanî ya Sûrî komeke leşkerî ye ku Tirkîyê piştgirîya wê dike û li hinek deverên bakur û rojavayê Sûrîyê çalak e, di nav de jî Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî.

“Tişta herî girîng di vê raportê de ew ku ew binpêkirinên li deverên dagîrkirî belge dike,” Besam Ehmed, rêvebirê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ), ji Dengê Amerîka re got.

Besam Ehmed, rêvebirê STJ.
Besam Ehmed, rêvebirê STJ.

“Ev delîl e ku hîn komên Sûrî yên çekdar ku Tirkîyê piştgirîya wan dike hîn kiryarên wekî kuştin, êşkencedan, revandin û talankirina xanîyan li dijî Kurdan li Efrîn û Serêkanîyê dikin.”

Raportê eşkere kir ku hêzên çekdar yên Sûrî gumana peywendîya ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûrîya Demokratîk û Rêvebirîya Xweser, wekî behane bikar tînin da ku gelek sivîlên Kurd bigirin û çawisandinan li hember wan bikin.

Wê herwiha bal kişand ser armanckirina rûniştvanên Kurd, di nav wan de Kurdên Êzîdî de jî, ji alîyê hêzên çekdar yên opozisyona Sûrîyê. Mînakên van binpêkirinan jî ev in: kuştin, revandin, windakirina sivîlan, tundûtûjîya seksî, dersînorkirin, û kontrolkirin û talankirina milk û xanîyan, li gor raportê.

“Em wekî çalakvan û rêxistinên mafên mirov girîngîyê didin van raportan, jiber ku ew beşek in ji hewildanên van rêxistin û sazîyan di warê belgekirina van binpêkirinên ku hember gelê me li Efrîn û Serêkanîyê û deverên din tên kirin,” Îbrahîm Şêxo, parêzer û çalakvanê mafên mirov, ji Dengê Amerîka re got.

Şêxo dîyar kir ku ev hebûna van raportan wê di paşerojê de girîng be.

Îbrahîm Şêxo
Îbrahîm Şêxo

“Di demên pêş de ev raport dê bibin referens jibo mekanîzmeke navnetewî derbarê çareserkirina rewşa Sûrîyê, dema ku gilî li hêzên çekdar yên opozisyona Sûrî were kirin.”

Derbarê êrîşên esmanî yên Tirkîyê li ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê, raport pêla êrîşên di navbera 23 û 27’ê Berfanbara 2023’an belge dike. Di wan êrîşên li Hesekê, Qamişlo û Kobanê de, 10 sivîlên Kurd hatin kuştin û zîyaneke berçav gihişt binesazîya sivîl wekî nexweşxane û kargeh, li gor raporta Wezareta Derve ya Amerîkî.

Ehmed, rêvebirê STJ'ê, got ku Washington dikare givaştinê li Tirkîyê bike da ku van binpêkirinan li bakurê Sûrîyê rawestîne.

“Ev komên çekdar ku van binpêkirinan dikin girêdayî Tirkîyê ne û Tirkîyê endama NATO û Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ye, anku ew hevalbenda Amerîka ye. Êdî Washington dikare zextê li Tirkîyê bike û yek ji pêşnîyaran divê ew be ku ev binpêkirin rawestin, dagîrkerîya Tirkîyê bidawî bibe û ev komên çekdar yên Sûrî werin derxistin da ku dever li xelkê wê yê resen vegere,” wî got.

Çekdarên Koma Suleyman Şah ya ser bi Tirkîyê ve li Efrînê. (arşîv)
Çekdarên Koma Suleyman Şah ya ser bi Tirkîyê ve li Efrînê. (arşîv)

Derbarê rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed, raporta Wezareta Derve ya Amerîka got ku rejîm hîn jî bi siyaset û kiryarên xwe sivîlên bêsûc dike armanc. Ji bilî girtin û êşkencekirina sivîlan, raport dibêje ku hêzên rejîma Sûrîyê herwiha penaberên ku di sala 2023'an de vegerîyan welêt girtine û zordarîya bê sedem li wan kiriye.

Di zindanên rejîma Sûrî de hîn jî bi deh hezaran sivîlên girtî hene ku gelek ji wan ji destpêka şerê Sûrîyê hatine girtin, li gor raportê. Herwiha, heta niha bêtirî 112 hezar welatî hene ku windayî ne û kes nizane çarenivîsa wan çi. Raport dide zanîn ku rejîma Esed berpirs e hember 85 ji sedî ji van dozan.

Raportê li alîyekî din bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî li Sûrîyê. Di raportê de hate gotin ku rejîma Sûrî hîn jî qedexeyên asê datîne ser bikaranîna zimanê Kurdî û rê nade welatîyên Kurd ku ziman û çanda xwe bi azadî bikar bînin.

Li deverên jêr kontrola HSD’ê jî, raportê anî ziman ku rêxistinên mafên mirovan kuştina 74 kesan di sala 2023’an de belge kirine ku ji alîyê hêzên ser bi HSD’ê ve hatine kuştin. Raporta Wezareta Derve ya Amerîka herwiha da zanîn ku li deverên HSD’ê 20 girtîgeh hene ku dora 9 hezar çekdarên DAIŞ’ê tê de girtî ne û ew têra xwe av û xwarin û lênerîna saxlemî wernagirin. Lê dîyar kir ku HSD’ê hinek rê daye Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) ku derbazê çend girtîgehên wê bibin û rewşa girtîyan bişopînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezareta Derve ya Amerîka ji sala 1977’an ve vê raportê bi awayekî salane belav dike û ronîyê dide ser rewşa mafên mirov li bêtirî 200 welat û herêmên seranserê cîhanê.

XS
SM
MD
LG