Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Nû yê Brîtanya Soz Dide Peymana Brexit ligel YE Baştir Bike


Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer
Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer

Serokwezîrê nû yê Brîtanya Keir Starmer roja Duşemê soz da ku wê bi Yekîtîya Ewrupa (YE) re ser peymaneke bazirganî danûstandinan bike, da ku peymana Brexitê baştir bibe.

Starmer roja Yekşemê dest bi gera du rojî ya seranserî Brîtanya Mezin kir da ku bi hikûmetên Skotland, Îrlanada Bakur û Wales re hevdîtinana bike.

Wî gera xwe wek "nûveavkirina demûdest ya lezgîn" binav kir.
Li Belfastê, Starmer bal kişand ser kêşeyên jiber rêgezên peymana Brexitê ku serokwezîrê berê Boris Johnson îmza kiribû.

"Em dikarin ji peymana xelet ya ku Boris Johnson çêkir, peymanek baştir bi dest bixin û emê li ser wê bixebitin," wî got.

Starmer dest nîşan kir ku jibo avakirina pêbawerîya bi YE re, divê pêşî di naveroka peymana heyî ya Brexîtê de guhertin werin çêkirin.

Piştî destketinên girîng yên neteweperestên Îrlandî Sinn Fein di parlamena Brîtanya de, şîrovekar dibêjin ku egera referandumek jibo Îrlandaya Yekbûyî heye.

Starmer ser vê mijarê dîyar kir ku hikûmeta wî wê pîvanên Peymana Îna Baş bişopîne, ku destûrê dide referandumek wiha di bin şertên taybet de were kirin.

Li Skotlandê, Starmer soza xizmeta jibo herkesê li heremê da û dilsozîya xwe ya jibo rêveberîya hevpar û zêdetir xizmetên giştî dubare kir.

Serokwezîr herwiha bi wezîr ê yêkê Skotlandî John Swinney re jî civîya, û pabendbûna xwe ya ser hevkarîya bi rêvebirîya heremê re eşkere kir.

Hikûmeta Starmer rûbirûyê bi nerazîbûna gel di, jiber kêşeyên aborî yên ku di desthilatdarîya demdîrêj ya Konservatîfan de çêbûne, bi taybet jî jiber tedbîrên darayî û qutkirina xizmetên giştî.

Starmer siyaseta xwe ya belavkirina desthilatdarîya navendî û xurtkirina xizmetên giştî, wek çareserîya wan kêşayan pênase kir.

Ew dibêje ku hikûmeta wî armanc dike ku hem kêşeyên navxweyî û hem jî yên navneteweyî çareser bike, dema ku li seranserê Brîtanya rojevek veguherîner dişopîne.

Partîya Karkeran ya Starmer, jinûve beşdarbûna bazara yekbûyî ya YE û yekîtîya gumrikê red dike. Lê armanc dike ku astengên bazirganîyê bi YE ya 27 endamî re kêm bike.

Brîtanya di 2020’an de ji endamtî û peymanên YE vekişîya.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG