Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spectrum House: Li Tirkîyê Netewperwerîya Kurd Zêde Dibe


Dîrectorê Giştî yê Spectrum Housê Azad Bariş
Dîrectorê Giştî yê Spectrum Housê Azad Bariş

Navenda Lêkolînê û Ramanê ya Spectrum House lêkolîneke taybet bi navê “Roporta Pîvandina Meyl û Performansa Dengdarên Kurd” amade kir. Di vê raportê de tê tomarkirin ku li Tirkîyê netewperwerîya Kurd her ku diçe zêde dibe û ew bi piranî dengê xwe didin partîyên Kurdan.

Dîrectorê Giştî yê Spectrum Housê Azad Bariş roja Pêncşmî li Stenbolê navenda Spectrum Housê preskonferansek li dar xist û raporta ku amade kiribûn pêşkêşî raya giştî kir.

Bariş, ragihand ku ewan di navbera 15-28’ê Gelawêja 2024’an de li 9 bajarên Kurdan; Agirî, Dîlok, Êlih, Çewlik, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnax û Wan, li 3 bajarên Tirkîyê; Stenbol, Enqere û Mêrsînê kesên ku temenê wan 18 sal û bêtirin, bi 1.508 kesî re hevdîtin çêkirine.

Bariş dîyarkir ku, ev raport ji du beşa pêk tê. Di beşa yekemînde pêzanînên aborî û civakîyê di warê demografîk, di beşa duyemîn de jî li ser meylên siyasî û analîzên performansê tê rawestandin.

Di vê lêkolînê de li ser hilbijartinên pêşwex yên serokomarîyê û parlementoyê, bi taybet hatîye sekinîn.

Di vê lêkolînê de bersîva pirsa “Ger îro hilbijartinên serokomarîyê hebûya hûnê dengê xwe bidin kê?” wiha hatîye dayîn:

Ji sedî 53.8 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 21.2 Recep Tayyîp Erdogan, ji sedî 7.9 Ekrem Îmamoglu û yê mayî jî di navbera Ozgul Ozel, Mansur Yavaş, Fatih Erbakan û yên din de hatîye belavkirin.

Bersîva pirsa, “Ger îro hilbijartinên parlementerîyê hebûya hûnê dengê xwe bidin kîj partîyê?” jî wiha hatîye dayin:

Ji sedî 39,3 DEM Partî, ji sedî 13,9 AKP, ji sedî 9,7 CHP û rêjeyên mayî jî Di Nû De Partîya Refahê, HUDA-PAR, MHP, TÎP, Partîya Baş, û yên din.

Li gor vê lêkolînê ji sedî 67,1 hilbajartineke pêşwext dixwazin, ji sedî 27,7 jî naxwazin, yên ku bêbiryarin jî rêjeya wan ji sedî 5.3 ne.

Di vê lêkolînê de li gor grubên partîyan li ser sê rêberan hatîye rawestandin û pirseke wiha hatîye lêkirin; “Herî zêde hun ji kîj rêberên sîyasî hez dikin?”

Ji sedî 51.7 Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, ji sedî 15,3 Recep Tayyîp Erdogan, Hakan Fîdan, Dewlet Bahçelî, ji sedî 9.2 Ekrem Îmamoglu, Ozgur Ozel, Mansûr Yavaş, ji sedî 21,7 jî gotine ku em tu rêberekê hez nakin.

Di vê lêkolînê de encameke girîng jî ewe ku netewperwerîya Kurd her ku diçe li Tirkîyê zêde dibe. Li ser vî jî pirseke wiha hatîye kirin; “Bi giştî hûn xwe nêzîkî kîjan nêrînên siyasî dibînin?”

Ji sedî 34.9 netewperwerê Kurd, ji sedî 23.2 muhafazekar (keneparêz), ji sedî 19,9 sosyalîst, ji sedî 5.5 liberal, ji sedî 4.9 netewperwerê Tirk û yên din jî di vî warî de bê raman in.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di gele daxûyanîyê xwe de digot “Em di navbera Kurd û Tirkan de ti ferq nabînin û ew hemwelatîyê Tirkîyê ne.” Lê di vê lêkolînê de sedema zêdebûna netewperwerîya Kurd wek polîtîkayên hikûmetê û sîyaseta Erdogan ku li ser ser Kurdan tê meşandin derdikeve pêş.

Koordînatorê Giştî yê Spectrum House’ê Zekî Gurur bi tevahî ev raport ji Dengê Amerîkayê re nîrxand. Gurur di derheqê bilindbûna netewperwerîya Kur de wiha got:

“Em wek Spectrum House di gelek warî de lêkolîn dikin. Lê ev lêkolîna me bi taybet li ser meylên hilbijêran de derket pêş. Lê

Zekî Gurur
Zekî Gurur

li vê derê me meyla ramanê jî xwast dîyar bikin. Li gor daneyên destê me ji sedî 35 xwe netewperwerê Kurd dibînin. Di demên berê de jî di vî warî de hin lêkolîn hebûn, lê me ev car dît ku netewperwerîya Kurdan bêtir zêde bûye. Sedema vî jî li Tirkîyê polîtîkayên ku li ser Kurdan tê meşîn vê encamê dîyar dike.”

Hêjayî bibîrxistine ye ku Spectrum House di sala 2021’an vir de bi awayekî aktîf li bajarên Kurdan û Tirkîyê di warê civakî, sîyasî, aborî û her wekî din babetan de lêkolîn dike û wanan diweşîne.

Spectrum House: Li Tirkîyê Netewperwerîya Kurd Zêde Dibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG