Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Ser Balyozxaneya Îsraîlê de li Sirbistanê, Polîsek Birîndar Dibe û Êrîşkar Tê Kuştin


Êrîşa ser Balyozxaneya Îsraîlê li Sirbistanê
Êrîşa ser Balyozxaneya Îsraîlê li Sirbistanê

Wezareta Navxweyî ya Sirbîstanê roja Şemîyê got ku êrîşkarekî bi tîr û kevanan polîsekî Sirbî yê ku zêrevanê balyozxaneya Îsraîlê li Belgradê ye, birîndar kir.

Associated Press li gor Wezareta Navxwe ya Sirbistanê ragihand ku polîs bi guleyan bersiva êrîşkar da û ew kuşt.

Wezîrê Navxweyî yê Sirbistanê Ivica Dasic dibêje, di saet 11:00'an de (09:00 GMT) "kesekî nenas tîreke bi kevanê li endamekî hêzên ewlekariyê ku balyozxaneya Îsraîlê diparêze xist û ji stûyê wî birîndar kir."

Wî herwiha diyar kir ku polîs" ji bo xweparastinê û beravnî ji xwe kirinê li dijî êrîşkar çek bikar aniye, ku "ji ber birînên xwe mir."

Li gorî rojnameya Guardianku wezîr gotîye, polîs hişyar bû dema ew birin nexweşxaneya serekî ya lezgîn li Belgradê, ku dê li stûyê wî niştergerî were kirin.

Wezîr Ivica Dasic got nasnameya êrîşkar tê diyarkirin, "Hemû rewşên êrîşê û sedemên gengaz têne lêkolîn kirin."

Li gorî rapora ABC News`ê, berdevkê wezareta karên derve ya Israîlê got ku balyozxaneya Îsraîlê girtîye û ti xebatkarên balyozxaneyê birîndar nebûne.

Li gor nûçeya ABC Newsê, balyozxaneya Îsraîlê ne dûrî balyozxaneya Amerîka ye, li herêmeke bilind ya Belgradê. Ew ji hêla yekîneyek polîsê taybet ve tê parastin ku efserên bi çekên otomatîk tê de hene.

Sirbîstanê di dema şerê Gazayê de bi Îsraîl re têkiliyên baş hebûn.

Ev bûyer ne cara yekê ye ku balyozxaneya Israîlî li derve rûbirû dibe, ji ber ku polîsê Romanî ragihand ku di 3ê Hezîranê de kesekî molotof avêtiye balyozxaneya Israîlî li Buxarist.

XS
SM
MD
LG