Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sotheby's di Doza Sextekarîya Hunerî de Mîlyardêrê Rûsî Têk Bir


Dadweriya federal ya Amerîkî di roja Sêşemê de biryar serkeftinê da mezadgeha Sotheby's di dadgeheke de li beranaberî doza milyarderê rûsî olîgarş Dmitry Rybolovlev li dijî mezadgehê bi xapandina wî bi deh mîlyon dolaran di firotina berhemên hunerî de.

Rybolovlev Sotheby's tawanbarkir bi pilansaiya wê bi firoşkarê hunerê yê Swîsreyî Yves Bouvier re da ku wî bixapîne da ku bihayên bolind bide ji bo çar berheman, di nav de "Salvator Mundi", wêneya Mesîh a ku ji Leonardo da Vinci re tê veqetandin ku dê bibe berhema herî biha ya hunerî ya ku di mezadê de hatî firotin.

Sotheby's, ji demek dirêj ragîhandibû ku hayê wê ji bazara Bouvier tunebû, û ku ew ne berpirsiyar e ji danûstandinên Rybolovlev bi Rybolovlev re.

Bouvier ne bersûc bû, û ragîhandibû ku wî tiştek şaş nekiriye.

Dmitri Rybolovlev
Dmitri Rybolovlev

Li gorî kovara Forbes, Rybolovlev,yê 57 salî, xwediyê 6,4 milyar dolar e ku wî ji semada potaşê berhev kiriye. Ew di heman demê de xwediyê piraniyê tîmê futbolê AS Monaco ye.

Daniel Kornstein, parêzerê Rybolovlev, got ku doz "gehişt armanca me ya ronîkirina kêşeya nezelaliya di bazara hunerê de, û raza veşartî di danûstendinan de bo dozek mîna vê doze.

Sotheby's got ku ev biryar pabendbûna wan ji bo domandina standardên herî bilind ên yekrêzî di xebatên wan de diyar dide, û "kêmbûna delîlên berbiçav" nîşan dide ku wê Rybolovlev nexapandiye.

Dadwerên dadgeha federal a Manhattanê kêmtir ji rojekê ev biryar dan, di dozekê de ku bi qasî sê heftiyan dom kiribû.

Dadwerê Navçeyê yê Amerîkî Jesse Furman di Adara borî de destûr dabû Rybolovlev îdîayên sextekariyê yên li ser da Vinci, û berhemên Gustav Klimt, Rene Magritte û Amedeo Modigliani bişopîne.

Rybolovlev doz li ser 15 berhemên hunera cîhanî vekiribû ku wî zêdetirî 1 mîlyar dolar buhayê wan dabû, wî Bouvier tawanbar kir bi xapandina wî di vê kirînê de.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG