Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Rutte Xwe jibo Sekreterîya NATO Amade Dike


Serokwezîrê Holanda Mark Rutte û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg (Arşîv)
Serokwezîrê Holanda Mark Rutte û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg (Arşîv)

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte îro Pêncşemê berbijarîya xwe ya jibo sekreterîya giştî ya NATO’yê, zexm kir, piştî ku yekane hevrikê wî Serokê Romanya Klaus Iohannis ji pêşbirkê vekişî.

Rutte rexnegirê tund yê Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevbendekî dilsoz yê Ukraynayê ye. Di dema 14 salên serokwezîrtîya Holandayê de bi jêhatîbûna xwe wek peymançêkerekî siyasî derketîye pêş.

Çaverê ye ku Rutte yê 57 salî di rojên pêş de bi fermî ji hêla 32 welatên NATO’yê ve wek berbijar were destnîşan kirin û di 2’ê Cotmehê de wek sekreterê giştî dest bi kar bike.

Sekreterê Giştî karmendê herî payebilind yê NATO ye ku bi hevbîrbûna endamên hevpeymanîyê jibo heyama çar salan tê hilbijartin. Lê di hin şertan de NATO dikare serdema erka wî dirêj bike.

Ew seroktîya komîteyên serekî yên NATO’yê dike, wekî berdevk tevdigere û ji karmendên navneteweyî re berpirs e.

Piştî dîyarkirina berbijarîya xwe, Rutte demûdest piştgirîya 29 endamên NATO’ yê bi dest xist ku di nav de Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya jî hebûn.

Lê Tirkîye, Macarîstan û Romanya dijî berbijarîya wî nerazîbûnên xwe dîyar kirin.

Rutte bi serdana xwe ya di Nîsanê de li Stenbolê, nerazîbûna Tirkîyê çareser kir.

Wî vê hefteyê serokê Macarîstanê Viktor Orban jî qayîl kir, piştî ku wî garantîyên nivîskî da ku jibo piştgirîya Ukrayna wê Budapeştê neçar neke beşdarî planên nû yên hevbendîyê bibe.

Romanya jî roja Çarşemê vetoya xwe ya ser Rutte rakir ku serokê wê Klaus Iohannis jî berbijar bû.

Ofîsa Iohannis ragihand ku civata ewlekarîyê ya Romanya piştgirî daye peymana bi Rutte re. Herwiha got ku Iohannis dawîya hefteya borî NATO agahdar kiribû ku ewê ji berbijarîyê vekişe.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê niha Jens Stoltenberg e ku di 2014’an de hat bijartin. Du caran dema posta Stoltenberg hat dirêj kirin û wê heta 1’ê Cotmehê li ser kar bimîne.

Ger were erkdar kirin, Rutte wê di demeke metirsîdar de jibo hevalbendên Rojavayî were ser kar, dema ku şerê Rûsyayê li Ukrayna dirêj dibe û Donald Trump jibo vegera seroktîyê li Amerîka di hilbijartinên Mijdarê de ketîye kêbirkeyê.

Jêder: AP, AFP

XS
SM
MD
LG