Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rutte jibo Ukrayna, Yekîtîya Ewrupa û NATO Banga Piştgirîyê Dike


Serokwezîrê Holanda Mark Rutte, ku ji demeke dirêj vir ve li ser kar e, berî hikûmeta nû ya navxweyî dest bi kar bike, di axaftina xwe ya dawî de bang li welatîyên Holandî kir ku piştgirîyê bidin Ukrayna û hevkarîya navnetewî.

Rutte di axaftina xwe de dîyar kir ku jibo wan endamtîyên li Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO pir girîng in û got ku ew bi hev re, bi taybetî jî di vê demê de hîn xurt in.

Piştî serokwezîrtîya 14 salan li Holandayê, Rutte wê karînên xwe yên ser lihevkirinê li Brukselê gava bibe sekreterê giştî yê nû yê NATO bidomîne.

Wî dîyar kir ku jibo aştîya li Ukrayna û ewlekarîya Holanda divê piştgirîya jibo Kîevê dewam bike.

Çaverê ye ku hikûmeta nû sibe Sêşemê dest bi kar bike. Wê soza piştgirîya domandina alîkarîyan da.

Lê populîstê rastgir Geert Wilders, ku bi fikrên xwe yên tundrê tê nas kirin û partîya wî di hilbijartinên sala borî de kursîyên herî zêde bi dest xwe xistibûn, gotinên nêzîkî Rûsya kiribûn û alîgirên Kremlînê jî jiber serketina wî ya di hilbijartinan li çepikan xistibûn.

Rutte di axaftina xwe de ser trajedîya MH17 ya sala 2014’an got ku ‘’belkî jî bûyera herî xembar û giran’’ e ku di dewra serokwezîrtîya wî de çêbûye.

Ew firoka rêwîyan dema ji Amsterdam ya payxtext diçû Kuala Lumpur ya paytexta Malezaya li rojhilata Ukrayna hatibû xistin û 196 hemwelatîyên Ukrayna tevahîya 298 rêwî û pîlotan canên xwe ji dest dabûn.

Dadgeha Holanda sala 2022’an ser xistina Boeing 777 ceza dabûn du Rûsan û Ukraynîyekî alîgirê Moskowê.

Rutte, ku bi bisîkletê diçû civînan û xwe dabû ber sîyasetê, bal kişand ser taybetmendîyên erênî yên welatê xwe.

Wî di axaftina xwe de, ku 12 xulekan dirêj kir, dîyar kir ku li welatê wî şer tune ye û got ku ew di aştî û aramîyê de dijîn.

Serokwezîrê welêt da zanîn ku di dewra wî de bi hezaran kes ser skandeleke alîkarîyan bi awayekî şaş wek sextekar hatine nîşan dan û qebûl ki hin kêmahî jî çêbûne.

Rutte destnîşan kir ku di dema desthilatdarîyê de rûyên wî hinekî qermiçîye û porê wî jî hinekî sipî bûye.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG