Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hazirîyê Dike ku Rûsya Ser Destxistina di Hilbijartinan de Tawanbar Bike


Chinese Embassy Explosives
Chinese Embassy Explosives

CNN’ê ragihand ku Amerîka wê îro Çarşemê Rûsya ser dezenformasyona derbarê hilbijartinên Amerîkî yên 2024’an tawanbar bike.

Li gor nûçeya CNN’ê, ku wê xwe sipartiye 6 jêderên cuda, Amerîka wê di tawanbarkirinê de dîyar bike ku Rûsya bi rêka platformên onlayn ser hilbijêrên Amerîkî kempeynekê dimeşîne.

Nûçeya CNN’ê nîşan dide ku wê bala tawanbarkirinê ser RT be ku tora medyayê ya dewleta Rûsya ye.

CNN’ê ew nûçe çend saetan berî Wezîrê Dadê Merrick Garland daxuyanîya ser civîna derbarê gefên li hember hilbijartinê bide, ragihand.

Dîrektorê FBI’ê Chris Wray Cîgira Serdozger Lisa Monaco jî wê di daxuyanîyê de hazir bikin.

Berdevkekî Wezaretê Dadê daxwaza ser şirovekirina vê mijarê red kir.

Wezareta Dadê berê hişyarî dabû ku Rûsya jibo hilbijartinên seroktîyê yên Mijdarê gef e.

Monaco meha borî gotibû ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û şûngirên wî di operasyonên mudaxaleyê de rêkên nû diceribînin.

Wê dîyar kiribû ku Rûsî jibo manîpulekirina encamên hilbijartinên seroktîyê û kongresê demografîyên eşkere û hilbijêrên bê biryar dixin hedefên xwe.

Li gor ragihandina Monaco, Rûsya jibo gotinên kêrî berjewendîyên Moskowê tên bi rêka medyay civakî Amerîkîyên ne haydar bi kar tîne û jibo piştgirîya Amerîka ya jibo Ukrayna kêm bibe dixebite.

Jêder: CNN/Reuters

XS
SM
MD
LG