Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna û Rûsya Êrîşên Muşekî û Dronî Didomînin


Dîmeneke wêrankarîya li bajarê Dnipro yê Ukraynayê piştî êrîşeke muşekî ya Rûsyayê.
Dîmeneke wêrankarîya li bajarê Dnipro yê Ukraynayê piştî êrîşeke muşekî ya Rûsyayê.

Karbidestên Ukraynî îro Çarşemê ragihand ku di êrîşên dawî yên Rûsya de, ku bi dron û muşekan pêk hatine, bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin.

Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhy Lysak ser Telegramê da zanîn ku hêzên Rûsî 3 kes kuştine û 18 kes jî birîndar kirine.

Lysak dîyar kir ku bi êrîşan xisar û gelek şewat çêbûne.

Berpirsên li rojhilata bakurê Kharkivê dîyar dikin ku di êrîşên Rûsîyan de keseke hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gor ragihandina wan berpirsan, di êrîşan de 10 malan û hin dikanan zarar dîtine.

Artêşa Ukrayna ragihand ku Rûsya di êrîşan de 3 muşekên Îskender-K, 4 muşekên nîşankirî û 5 dron karanîne.

Wê artêşê da zanîn ku berevanîya esmên 5 muşek û hemî dron xistine xwarê.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Çarşemê da zanîn ku 5 dronên Ukrayna li herêma Belgorodê, 4 li herêma Bryansk û 1 jî li ser herêma Moskowê hatine pûç kirin.

Walîyê herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov dîyar kir ku jiber êrîşên Ukrayna li 2 gundên cihê herî kêm 2 kes birîndar bûne.

Karbidestên li Bryanskê dîyar dikin ku jiber dronên hatine xistin ti kes birîndar nebûye û ti xisar çênebûye.

Ew êrîşên dawî rojek li dû soza Amerîka ya ser piştgirîya jibo Ukrayna çêbûn.

Civîna Austin û Umerov li Pentagon (2'ê Tîrmehê, 2024)
Civîna Austin û Umerov li Pentagon (2'ê Tîrmehê, 2024)

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin li Washingtonê do Sêşemê bi hevtayê xwe yê Ukraynî Rustem Umerov re kom bû û dîyar kir ku Washington wê di demeke nêz de jibo Kîevê alîkarîya ewlekarîyê ya pirtir ji 2,3 mîlyar dolarî ragihîne.

Austin dîyar kir ku wê di paketê de çekên wek çekên tankşikên hebin û got ku ewê paket destûrê bide ku sîstemên muşekan û amûrên Patriotan zûtir herin wî welatî.

Civîna Austin û Umerov li vê demê rast tê ku piştî hefteyekê bi mazuvanîya Amerîka hilcivîna NATO li dar dikeve û çaverê ye piştgirîya jibo Ukrayna yek ji mijarên serekî yên hilcivînê be.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, ku nêzî Moskowê disekine, roja Sêşemê serdana Kîevê kir û ser şer got ku ‘’jibo Ewrupa mijara herî girîng e.’’

Orban bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re kom bû, lê wek nîşana girjîya di navbera her du dewletan de, heta çend saetan jî serdana wî li pêş bîragiştî qebûl nekir.

Zelenskyy ji X’ê dîyar kir ku ew ser bazirganî, hevkarîya dersînor, binesazî û enerjîyê axifîne.

Ofîsa Seroktîya Ukrayna ser serdana Orban vîdyoyek weşand ku têde alên Macaristan, Ukrayna û Yekîtîya Ewrupa hene û Zelenskyy û Orban dest dane hevdu.

Piştî şerê li Ukrayna, peywendîyên wî welatî û Macaristanê ketin girjîyê.

Orban ser xwe dibêje ew parêzvanê aştîyê ye û dîyar dike ku divê Ukrayna bê ku ser yekîtîya axê bifikire dest bi danûstandinên ser agirbest û aştîyê bike.

Rêberê Macaristanê gelek caran bi dewletên din yên YE’ê re ser alîkarîyên jibo Ukrayna re rûbirû dimîne.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters, AP û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG