Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pekov: Rûsya Dikare bi Rojeva Ukrayna ligel Amerîka Gotûbêjan Bike


Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Înê dîyar kir ku Rûsya amade ye ku ser ewlekarîyê bi Amerîka re gotûbejê bike, lê divê di rojevê de mijara Ukrayna jî hebe.

Peskov ev daxuyanî di preskonferansa rojane ya bi rojnamevanan re da, dema jê hat pirsîn gelo Moskow amade ye bi Washington re li ser xeterîyên navokî biaxife.

Wî got ku dîyaloga di navbera Amerîka û Rûsyayê de "pir pêwîst e", jiber ku "pirsgirêk zêde dibin û gelek pirsgirêk bi avahîsazi ewlekarîya cîhanî ve girêdayî ne."

"Loma em jibo dîyalogê vekirî ne, lê jibo dîyalogek berfireh ku hemû mijar têde ne, ku di nav pirsgirêkên niha ku girêdayê şerê li dora Ukrayna û yên ku girêdayê tevlîbûna rasterast ya Amerîka di vê pevçûnê de jî," Peskov got.

Amerîka tawanbarîya Rûsyayê red dike, ku bi çekdarkirina Ukraynayê ew bûye pêşengekî serekî yê rasterast di şerê didome de, ku "şikestinek stratejîk" ya mezin ya Moskowê armanc dike.

Herwiha, Amerîka dibêje ku her cûreya danûstandina ser şer bi Rûsya re, tenê karê , Ukrayna ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG