Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Rûsyayê Li Ser Kharkiva Ukraynayê 21 Birîndar Kirin


Niştecihên xwecihî li hewşa avahiyek niştecihbûnê ya xerabûyî radiwestin piştî êrîşeke mûşekî li Kharkiv di 21ê Îlona 2024ê de
Niştecihên xwecihî li hewşa avahiyek niştecihbûnê ya xerabûyî radiwestin piştî êrîşeke mûşekî li Kharkiv di 21ê Îlona 2024ê de

Karbidestên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê êrîşeke esmanî biriye ser taxeke niştecihbûnê li bajarê Kharkiv ê Ukraynayê û di encamê de 21 kes birîndar bûne ku sê ji wan zarok in.

Waliyê herêmê Oleg Synegubov got ku 8 ji birîndaran li nexweşxanê têne dermankirin, ku rewşa duyan ji wan giran e.

Synegubov dîyar kir ku êrîşa Rûsî derengîya Şemîyê pêk hatiye dema bi dehan kes di xew de bûn, ku du avahîyên pir-qatî hatine lêdan.

Rûsya gelek caran Kharkiv, duyemîn bajarê herî mezin yê Ukraynayê kiriye armanc, ku li nêzî sînorê Rûsyayê li rojhilatê welêt e û 1.4 mîlyon kes lê dijîyan, berî ku Moskow dest bi şerê xwe di Sibata 2022’an de bike.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy anî ziman ku ev êrîş nîşan dide ku çima hêzên wî hewce ne ku çekên ku hevbendên Rojavayî bikar bînin da ku li armancên li nava axa Rûsyayê bixin, ku heya niha wan ev daxwaza Zelenskyy qebûl nekiriye.

"Divê em şiyanên xwe xurttir bikin jibo baştir parastina jiyanan û dabînkirina ewlehîya xwe," Wî di daxuyaniyekê de berî sefera Amerîka ya vê heftiyê got, ku dê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axaftinekê bike û li Washingtonê gotûbêjan bike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG