Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Droneke Ukrayna Bingehên Leşkerî Kiriye Armanc


Rûsya îro Çarşemê got ku êrîşeke dronan ya Ukraynayê navendên leşkerî li herêma Smolenskê kir armanc, li vê dema ku Ukraynayê ragihandîye ku êrîşeke esmanî ya Rûsyayê zîyan li binesazîya devera Odesayê kiriye.

Wezareta berevanî ya Rûsyayê got ku hêzên wê du dronên esmanî yên Ukraynayê li jora Smolneskê anîne xwarê.

Vasily Anokhin, parêzgarê herêmê, li ser Telegram got ku Ukraynayê hewil dida ku êrîşa bingehên leşkerî li devera Vyazemsky bikin, lê ti qurbanî yan zîyan nehatine ragihandin.

Oleh Kiper, parêzgarê herêma Odesa ya başûrê Ukraynayê, roja Sêşemê ser Telegramê got ku muşekeke balîstîk ya Rûsyayê derengî şevê avahîyeke rêvebirîyê li deverê kiriye armanc. Wî got ti kes ji ber wê êrîşê ziyan nedîtîye.

Gotûbêjên Amerîka û Rûsya

Wezîrên berevanî yên Amerîka û Rûsyayê roja Sêşemê peywendîyeke telefonî, li dema ku Rûsya derbarê alîkarîya leşkerî ya Amerîka bo hêzên Ukraynayê gilî dike.

Pentagon got ku Wezîrê Berevanî Lloyd Austin “girîngîya parastina hêlên peywendîyê tekez kir li dema ku şerê Rûsya li Ukraynayê didome.”

Ev cara yekê ye ku peywendîyeke telefoê di navbera Austin û wezîrê berevanîya Rûsya Andrei Belousov de pêk tê, ji dema ku wî meha Gulanê cihê wezîrê berê Sergei Shoigu girtiye.

Wezareta berevanîya Rûsyayê jî di daxuyanîyekê de got ku herdu karbidestan “nêrînên derbarê rewşa li Ukraynayê parve kirin.” Wezaretê Rûs herwiha dîyar kir ku Belousov “bal kişand ser metirsîya zêdekirina pirtir ya rewşê jiber şandina çekên Amerîkî bo Hêzên Çekdar yên Ukraynayê.”

Jêder: AFP, AP, Reuters

XS
SM
MD
LG