Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Bombebarana Rûsî Herî Kêm 30 Sivîl Li Kharkiv Birîndar Kirin


Rizgarkerên Ukraynî dixebitin ku agirê avahiyeke niştecîhbûnê vemirînin piştî êrîşeke mûşekî ya Rûsî li Kharkiv di 15-ê îlona 2024-an de.
Rizgarkerên Ukraynî dixebitin ku agirê avahiyeke niştecîhbûnê vemirînin piştî êrîşeke mûşekî ya Rûsî li Kharkiv di 15-ê îlona 2024-an de.

Karbidestan ragihand ku bombeyeke rênîşander ya Rûsî roja Yekşemê li avahîyeke niştecihbûnê ya bilind li Kharkiv li bakurê rojhilatê Ukraynayê ketiye û herî kêm 30 kes birîndar bûne, ku ji wan 3 zarok in.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser Telegramê di derbarê êrîşê de agahî dan.

"Operasyona rizgarkirina ya li Kharkivê didome. Êrîşeke esmanî ya Rûsyayê. Avahîya niştecihbûnê ya asayî, avahîyeke bi pirqatî, zarar dît. Di navbera qatên 9 û 12an de şewat derket û hilweşîn heye," wî got.

Wî wêneyên dûman û şewatê ku ji pencereyên avahiyek pir-qatî derdikeve weşand, ku hemû pencere şikyabûn.

Walîyê Kharkivê Oleh Syniehubov ragihand ku binesaziya sivîl jî zarar dîtiye. Kharkiv, duyemîn bajarê herî mezin yê Ukrayna ye, ku li nêzî bi sînorê Rûsya ye û di din êrîşên bombe, mûşek û dronên Rûsî yên berdewam de ye.

"Divê cîhan alîkarîya berevanîya Ukraynayê ji firokên leşkerî yên Rûsyayê bike, ji bi dehan bombeyên rênîşander yên ku her roj jiyanên Ukraynîyan digrên. Ev teror dikare were sekinandin," Zelenskyy got.

Kîev dibêje ku pêdivî ye ku destûr were dayîn ku ew çekên bihêztir yên Rojava dide bikar bîne, da ku zararek mezin bide hundirê Rûsyayê û şiyana Moskowê ya êrîşkirinê têk bibe.

Rûsya red dike ku bi qestî sivîlan dike armanc tevî ku bi hezaran ji wan kuştine ji dema ku Ukraynayê di 2022 de dagir kir û vir ve.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG