Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Dema Qanûneke Bingehîn ya Nû Hatiye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku jibo welêt dema qanûneke bingehîn ya nû hatiye.

Erdogan dema ji Îraqê vedigerî di firokê de ji rojnamevanan re got ku cîhan diguhere û divê ew jî qanûna xwe ya bingehîn biguherin.

‘’Sosyolojî, teknolojî, îqlim û gelek zemînên din bi lezûbez diguherin. Jibo Tirkîyê jî li gor guherînan tevbigere divê ew wê qanûna bingehîn biterikîne ku li ser nîşanên derbeyê hene.’’

Wî dîyar kir ku divê qanûna bingehîn ya nû nûjen û azadîxwaz be.

Serokê Tirkîyê got ku ew bawer dike ku wê Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî piştgirîyê bide guherandina qanûna bingehîn.

Erdogan dîyar kir ku Serokê CHP’ê Ozgur Ozel hîn ti daxwaza hevdîtinê nekiriye û got ku gava hevdîtin çêbe ewê ser qanûna bingehîn ya nû danûstandinê bikin.

Ozel ser gotinên Erdogan yên jibo qanûneke bingehîn ya nû hîn ti bersîv nedaye.

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan do Duşemê di hevpeyvînekê de got ku jibo ew piştgirî bidin qanûna nû divê berê hin guherîn çêbin.

Bakirhan da zanîn ku di zindanan de bi hezaran girtîyên sîyasî yên Kurd hene û dîyar kir ku Tirkîye piranîya budçeya xwe jibo zexta li ser mafên Kurdan xerc dike.

Wî dîyar kir ku ger ew jibo guherîna rewşê hin hewildanên ji dil bibînin ewê jî piştgirî bidin.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya bi pêşengîya Erdogan, ku li Tirkîyê pirtir ji 20 sal in desthilat e, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de cara pêşî têk çû.

Encamên ne fermî nîşan didin ku CHP’ê 37,77 ji sedê dengan, AKP 35,49 ji sedê dengan, Partîya Jinûve Refahê (YRP) 6,19 ji sedê dengan û DEM Partî jî 5,70 ji sedê dengan sitandine.

Hin pisporên siyasetê û analîst dibêijn ku Erdogan bi encamên hilbijartinên dawî dikare vegere ser polîtîkayên nermrê.

Jêder: ANKA, Ajansa Mezopotamya, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG