Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rola Jinê di Dîplomasîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê de


Konferanseke jinên Kurd li Helebê, Sûrîye. (arşîv)
Konferanseke jinên Kurd li Helebê, Sûrîye. (arşîv)

Roja 24'ê Hezîranê weke Roja Navnetewî ya Jinên di Dîplomasî de tê zanîn. Neteweyên Yekbûyî di sala 2021'an de biryar dabû ku jibo girîngîdana bi beşdarîya jinan di warê sîyaset û dîplomasîyê de vê rojê pîroz bike.

Li Rojava, anku herêmên Kurdên Sûrîyê, di çend salên borî de roleke jinan ya mezin û berçav di sazî û dezgehên Rêvebirîya Xweser de hebû ku ev rol derbazdarî kar û xebatên sîyasî û dîplomasî ye jî.

Nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê, Sînem Mihemed balê dikşîne ser girîngîya wekhevîya navbera jin û mêran ya nava karê sîyasetê. Ew herwiha girîng dibîne ku xebata jinan tenê bi sîsteama hevseroktîyê sînordar nebe.

Sînem Mihemed.
Sînem Mihemed.

"Pir girîng e jin di warên sîyasî û dîplomasî de cîhê xwe bigirin û xwe bidin pêş ku dikarin bi van erkan rabin. Bi salan e em vê xebatê dimeşînin û niha jî giheştine asta rûniştina ligel karbidest û berpirsên Amerîkî re û sitandina biryarên girîng," Mihemed dibêje.

Nûrşan Hisên, endama rêvebirîya Navenda Şêwirmendîya Dîplomasî ya Bakur û Rojhilata Sûriyê, bibîr dixe ku weke çawa rola jina şervan anku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di têkbirina DAIŞê de berbiçav bû û li cîhanê deng vede, jin herwiha di karê sîyasî û dîplomasî de jî bi karîgerî beşdar dibin.

"Di mijarên serekî û çarenivîsî de, di hevdîtinên fermî bi welatan re, herwiha di têkilî û rêketinên girîng de, jin her tim amade û li pêş bûn. Li kêleka wê tevgera jinan ya Rojava dîplomasîyeke xweser jî dimeşîne."

Hisên herwiha diyar dike di ezmûna Rêvebirîya Xweser de azadîya jinan li kêleka parastina jîngehê û demokrasîyê faktoreke serekî ye û ew li ser van pransîpan xebata sîyasî û dîplomasî dimeşînin.

Nûrşan Hisên
Nûrşan Hisên

"Danûstandin ligel hemû hêzên cîhanê tê kirin, hem yên kapîtalîst û hem yên antî kapîtalîst. Em dibêjin ku divê têkilî bi her kes û her alîyan re hebin, lê divê têkilîyên taktîkî ji yên stratejîk werin cuda kirin da ku em kanibin pransîp û berjewendîyên xwe biparêzin."

Her di vê çarçovayê de, Mihemed behsa biryara Neteweyên Yekbûyî (1325) dike ku bal dikşîne ser rola pêşeng ya jinan di pêkanîna aştî û aramîyê de, firehkirina beşdarîya wan ya di pêvajoyên aştîyê û sazîyên sîyasî de.

“Jin dikanin bi rengekî aştîyane pirsgirêkan çareser bikin, loma divê ew li Rojava û li Sûrîyê bi gişrî cîhê xwe bigirin. Jin dikanin roleke mezin bilîzin, loma divê di çi danûstandin û dîyalogan de amade bin, jibo pêşxistina çareserî û aştîyê, loma divê pirtir destek jibo rola jinan li Rojava û Sûrîyê were dayîn."

Neteweyên Yekbûyî di Roja Navnetewî ya Jinên di Dîplomasîyê de hişyarî dide ku tundîya li dijî jinan di sîyasetê de rê li ber pêşveçûna wekhevîya zayendî digire.

Li Rojava ku jin ji sedî 50 pirtir postên nava Rêvebirîya Xweser digirin, beşdarîya xwe di xebata sîyasî û dîplomasî de baş dibînin û gelek kes bawer dikin ku ewê bandoreke mezin li pêvajoya sîyasî û siberojê welêt de bikin.

Raporta Newroz Reşo_24_6_2024.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG