Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Şerê Îsraîl û Hizbullahê li Rewşa Sûrîyê


Sûrîyên ku ji şerê li Lubnanê revîne û hatine ser tixubê Lubnan û Sûrîyê
Sûrîyên ku ji şerê li Lubnanê revîne û hatine ser tixubê Lubnan û Sûrîyê

Pevçûnên navbera Îsraîl û koma çekdar ya Lubnanî Hizbullahê bi awayekî rojane gûrtir dibin.

Gelo bandora vê yekê ser rewşa Sûrîyê çi ye, nexasim ku Hizbullah û Îranê alîgirên rejîma Sûrîyê ne?

Şîrovekarê leşkerî û kolonelê berê yê artêşa Sûrî, Ehmed Rehal ji Dengê Amerîka re got ku êrîşên Îsraîlê wê li dijî Hizbullah tundtir bibin.

“Îsraîl wê di êrîşên xwe yên li dijî Hizbullah de berdewam be, heya niha 60-70% ji xal û bingehên leşkerî yên Hizbullahê hatine ruxandin,” Rehal got.

'Îran wê li Sûrîyê lawaz bibe'

Çavdêr di wê bawerîyê de ne ku şer dê tenê di çarçoveya Îsraîl û Hizbullahê de bimîne û wê derbazî Sûrîyê nebe. Lê gelek dibêjin ku wê ev şer bandorê ser hêza Îranê û Hizbullah li Sûrîyê bike û wan wan li Sûrîyê lawaz bike.

Dezgehên ragihandinê yê xwecihî li Sûrîyê dibêjin ku li Meyadîna Sûrîyê ku li ser sînorê Îraqê ye û cihekî girîng e ji bo mîlîşyayyên Îranê ye li Sûrîyê, hejmara çekdarên bi ser Îranê ve kêm bûye. Dengê Amerîka nikare bi awayekî serbixwe van agahîyan piştrast bike.

Şîrovekarê leşkerî Ehmed Rehal tekezî ser vê bandorê dike ku di encama armancgirtina Hizbullahê de wê projeya Îranê li Sûrîyê lawaz bibe.

"Ev şer yekser wê bandorê ser hebûna Îranê li Sûrîyê bike û di encam de wê hebûna Îranê li herêmê bi giştî û li Sûrîyê bi taybetî lawaz bike," Rehal got.

Lêkolerê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), Kurdiyar Dirêyî, dibêje di ecnama vî şerî de karîna mîlîşyayên bi ser Îranê ve, di nav de Hizbullahê, bo pêkanîna êrîşan ji xaka Sûrîyê dijî Îsarîlê de wê kêm bibe.

“Tundkirina êrîşan ji alîyê Îsraîlê ve peyameke ji bo Hizbullah û hevalbendên wê ku divê gefên wan yên li ser ewlehîya Îsraîlê rawestin, ” Dirêyî ji Dengê Amerîka re got.

Debarê Hebûna Amerîka li Sûrîyê

Piştî gûrbûna pevguhertina roket û êrîşan di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, Amerîka ragihand ku wê hejmara leşkerên xwe li Rojhilata Navîn zêde bike.

Çavdêr bawer dikin ku şerê navbera Hizbllah û Îsraîlê wê bibe sedem ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Sûrîyê jî bihêz bike.

Newaf Xelîl, Rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, dibêje erkeke din ya hêzên Amerîka li Sûrîyê ji bilî şerê dijî DAIŞ derdikeve holê.

"Amerîka li Sûrîyê wê hêza xwe zêde bike, û hebûna xwe mayîde bike," Xelîl got.

Alozîya mirovahî li Sûrîyê wê kûrtir bibe

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan, di 72 saetên borî de jiber pevçûnên li Lubanê 103 penaberên Sûrî li wir hatine kuştin, di nav wan de zarok û jin jî hene.

Li gor agahiyên Dengê Amerîka, di nav birîndaran de penaberên Kurdên Sûriyê jî hene.

Her wisa ji despêka şer de bi hezaran penaberên Sûrî û welatîyên Lubnanî ber bi Sûrîyê ve revîyane.

Lêkoler Kurdîyar Dirêyî dibêje ev şer wê kirîzên mirovahî ya heyî li Sûrîyê kûrtir bike.

“Wê alozîyeke mirovahî ya mezin çêbibe. Rewşa Sûrîyê berê aloz e û di kirîzên mezin re derbas dibe,” Dirêyî got.

Wekî du welatên cîran, çi cara ku pêşhateke leşkerî û sîyasî li yek ji herdu welatan diqewime, ew yekser bandorê li rewşa welatê din dike.

ZO_09_26_2024_Syria_Lebanon_Impact
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00

XS
SM
MD
LG