Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komxebata Hilbijartinên Xwecihî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê


Komxebat derbarê hilbijartinên xwecihî li bakur û rojhilatê Sûriyê
Komxebat derbarê hilbijartinên xwecihî li bakur û rojhilatê Sûriyê

Roja Înê bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rojnamevanan, Enstîtuya Aştiyê ya Kurdî komxebatek derbarê hilbijartinên herêmî yên bakur û rojhilatê Sûriyê di bin navê "Hilbijartin Derfet û Astengî" li dar xist.

Rêvebira lêkolînan li Enstîtuya Aştiyê ya Kurdî Meghan Bodette derbarê rola Enstîtuyê di gihandina nêrîna civaka bakurê rojhilatê Sûriyê axivî.

Bodette amaje bi wê yekê kir ku pêwîstiya hilbijartinan bi gotûbêjeke vekirî li pêş raya giştî heye û ev yek jî hişt ku ev komxebat li paytexta siyasî ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo li were çêkirin.

Di rûniştina yekê yakomxebatê de, nûnera Enstîtuyê li pêşberî beşdaran bi nûnerên çend partiyên siyasî re dîyalog çêkir.

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ku mezintirîn partiya piştevaniya hilbijartinan e û beşeke ji hevbendiyekê ku nêzîkî 20 partî û rêxistinên siyasî û sivîl di nav xwe de dihewîne axivî, û tekezî li ser birîyara lidarxistina hilbijartinan kir.

Her wisa Sekreterê Partiya Yekîtî El-Wihda, Mihyedîn Şêx Alî berevanî ji encamdana hilbijartinan bi mercê ku ku hemû amedekarî bidawî bibin.

Şêx Alî tekez kir ku hilbijartin çandek demokirasîyê ye û pêwîste di nava gel de were çesipandin. Lê nerînên cûda jî hatin gotobêj kirin.

Nûnerê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Rifaî Salih helwesta partiya xwe ya redkirina hilbijartinan eşkere kir.

Salih dibêje ku ji ber helwesta Amerîka ya redkirina hilbijartinan, û gefên Tirkiyê divê hilbijartin neyên darxistin.

Di rûniştina duyê ya komxebatê de, seroka Komisyona Bilind ya Hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbarhîm bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan re hevpeyvînek pêk anî û li ser amadekarî û sedemên paşxistina hilbijartinan gotobêj hatin kirin.

Seroka Komisyona Bilind ya Hilbijartinan, Rûken Mele Îbarhîm got ku karê wan tenê teknîkî ye, û ew amadekarîyên xwe ji bo hilbijartinan ku birîyare di Tebaxa bê de werin darxistin berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye ku Enstîtuya Aştiyê ya Kurdî destnîşan kir ku Encumena Niştimaniya Kurd (ENKS), ku mezintirîn baskê siyasî ye ku hilbijartinan li bakur-rojhilatê Sûriyê red dike, ji bo beşdarbûna di komxebatê de hatibû vexwendin, lê lêborîna amadebûnê xwest.

Şopîner bawerdikin ku ENKS xwe ji çalakîyên ku nûnerên partîyên Rêveberîya Xweser lê amade dibin xwe dide paş.

Çavdêr dibêjin, ev nîşana wê yekê ye ku nakokî di navbera alîyên sîyasî yên kurdên Sûrîyê de gihştîye astek pirr aloz.

Komxebata Hilbijartinên Xwecihî li Herêmên Rêveberîya Xweser, Derfet û Astengî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00
XS
SM
MD
LG