Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahap Coşkun: Êrîşên Ser Sûrîyan Encama Sîyaseta Tirkîyê Ye


Li bajarê Kayserî, tê îdia kirin ku penaxwazekî Sûrî destdirêjî zarokeke 7 salî ya Sûrî kiriye. Piştî bûyerê li bajêr li ser taxên penaxwazên Sûrî êrîşên mezin destpê kirin. Di demek kurt de êrîşkar, mal, kargeh û otomobîlên penaxwazan kirin armanc û şewitandin.

Wezîrê Karê Navxweyî Tirkîyê Alî Yerlîkaya roja Sêşemê ragihand ku di encama bûyerên porvakatîf de 474 kes' hatin desteser kirin û rêvebirekî Îyî Partî jî hate girtin.

Li ser van bûyeran li bakurê Sûrîye jî li dijî bingeh û wesayîtên zirxîn yên Tirkîye jî êrîş pêk hatin, maşîneyên Tirk hatin gulebaran kirin, pevçûn çêbûn û alên Tirkîye û posterên Erdogan jî hatin şewitandin.

Wezareta Karê Derve ya Tirkîyê bi daxuyanîyekê got ku ne raste ku bûyera xemgîn ya Kayserî, bikin behaneya provakasyonan.

Li ser êrîşên li Sûrîye, roja Duşemê li bajarên Hatay, Entab (Dîlok), Ruha, Edene û Konya hin kom bi alên Tirkîye êrîş birin ser penaxwazan.

Vahap Coşkun
Vahap Coşkun

Şîrovekarê sîyasî û hiqûqzan Vahap Coşkun dibêje ku li sê çar bajaran bi hevre êrîş çêbin, ev tê wateya hebûna provakasyonên ji partîyên netewperwer yên dijî penaxwazan.

Coşkun dîyar kir ku ne tenê muxalefet, lê di nav partîyên desthilatê de jî dijberîyeke mezin li hember penaxwazan heye.

Coşkun, ku mamostayê Zanîngeha Dîcle ya li Amedê ye, polîtîkayên hikûmetê rexne dike û bi bîr dixe ku karbidest gelek caran di gotaran de anîn ziman ku ewê rojek penxawzan bişînin welatê wan.

''Hêvîya vegerandina penaxwazan di nav welatîyên Tirkîyê de zindî hîştin. Ev ne karekî hêsane ku bi mîlyonan penaxwazên ku jixwe re jîyaneke ava kirine, bi biryareke bişînin.’’

Coşkun da zanîn ku ger hikûmet pêşîya van bûyeran negire, ewê rastî rexneyên tundtir were.

Wî behsa bûyerên li bakurê Sûrîye jî kir ku Tirkîyê ku dixwaze bi Serokê Sûrî Beşar Esad re dest bi sîyaseta normalkirinê bike.

''Lê, li wir gelek hêz hene ku bi piştgirîya Tirkîye li wir li dijî Esad şer kirin, guhertina sîyaseta her du dewletan, li dijî berjewendîya wan e. Hem bûyerên li Kayserî û bajarên din, hem jî yên li bakurê Sûrîye encama sîyaseta hindurîn û derve ya Tirkîyê ye.’’

Erdogan muxalefetê sûcdar dike

Hêjayî gotinê ye Serokomar Erdogan ji van bûyeran muxalefetê sûcdar dibîne:

''Bi dijmintîya bîyanîyan, bi nefreta penaxwazan hun nikarin bigîjin emcamekê. Nayê qebûl kirin ku mal û dikan û otomobîlên mirovan bişewitînin. Jibo berjewendîya sîyasî, destpêkirina sîyaseta nefretê ji lawazbûna wan nîşan dide. Sedema van êrîşan zimanê jahrîn yê muxalefetê ye,'' Erdogan got.

Serokê CHP Ozgur Ozel û Serokê Partîya Zaferê Umit Ozdag polîtîkayên hikûmetê sûcdar dikin.

Ozdag bi bîr xist ku Erdogan dixwaze bi Esad re dest bi danûstandinê bike.

Baroya Amedê jî êrîşan şermezar kir

Komîsyona Mafê Penaberan ya Baroya Amedê êrîşên ser penaxwazan bi daxuyanîyekê şermezar kirin.

''Divê hikûmet li hember van êrîşên û zimanê nefretê ya nîjadperestî lezûbez tedbîran bigire, sîstema dadwerîyê jî êrîşkaran bê ceza nehêle.''

Raporta Xecîcan Farqîn_2_7_2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00

XS
SM
MD
LG