Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reîsî di Gotara Îro de Behsa Peqînan li Welatê Xwe Nekir


Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Înê di gotareke li eyaleta Semnanê bi ti rengî behsa peqînên li herêma navendî ya wî welatî nekir, dema ku pesnê êrîşa rasterast ya Tehranê li ser Îsraîlê ya hefteya borî da.

"Wê operasyonê desthilatdarîya me, vîna gelê me ya pola û yekitîya me nîşan da", Reîsî ji bi sedan kesên li Semnan, li rojhilata Tehranê re got.

Reîsî di gotara xwe de li ser peqînên vê sere sibê yên li Îranê nekir ku tê tê ragihandin Îsraîlê pêk anîne.

Karbidestên Îsraîlê jî di derbarê peqînên li Îranê heta niha bi fermî ti daxuyanî nedane yan bertek nîşan nedane.

Li gor medya dewleta Îranê, bi dema herêmî sere sibeha îro Înê, li rojhilata Îsfahanê dengên peqînan hatine bihîstîn, ku artêşa Îranê dibejê jiber xebitandina sîstemên berevanîya esmanî ne.

Medya Amerîka ji zarê karbidestên Amerîkî û Îsraîlî bê ku navên wan eşkere bike, ragiand ku Îsraîlê îro Înê êrîşên esmanî biriye ser Îranê.

Berdevikê Ajansa Fezayê ya Îranê Huseyîn Dalirîan jî li ser X’ê , red kir ku Îran ji derve hatiye êrîş kirin.

“Heta niha ji derveyî sînor, dijî Îsfahan û heremên din yên welat ti êrişên esmanî çênebûne. “

Wî herwiha eşkere kir ku tenê hewldaneke têkçûyî û şermezarî ya dronî pêk hatiye.

Lê, hîn jî ser mezînahî û asta zarareke pêkan ya jiber wan teqînan de, agahîyên zelal ku bi serbixweyî û bêalî nehatine dîyar kirin.

Îranê Yekşema borî bi zêdetirî 300 mûşek û dronan cara yekê rasterast êrîşê Îsraîlê kir, wek tolhildana êrîşa 1'ê Nîsanê ya ser avahîya balyozxaneya Îranê li Şamê.

Piranîya zêdetirî 300 dron û mûşekên Îranê, berîya ku bigihêjin Îsraîlê, bi alîkariya Amerîka, Brîtanya, Fransa û Urdunê ve hatibûn têk birin.

Telavîvê dîyar kiribû ku wê bersîveke tund bide Tehranê, dema ku Amerîka û welatên din bang li her du alîyan jî kirin ku ew ji girjîyeke tund dûr bi sekinin ku dikare li tevahîya Rojhilata Navîn belav be.

Reîsî di destpêka vê hefteyê de hişyarî dabû ku Tehran wê "bersiveke tund" bide her êrîşek ser axa Îranê, lê di dema teqînen îro de, wî serdana xwe ya eyaleta Semnanê narewatand û venegerya Tehranê.

Gelek şîrovekar bale dikşînin ku tevî gotara Reîsî ya îro, daxuyanîyên karbidestên Îranê nîşan didin ku Tehranê bo niha rewşa awerte ranegihandîye û herwiha Telavîvê fermaneke nû hişyarîyê nedaye welatîyan.

Ew herwiha dibêjin ku çarçoveya sînordar ya êrîşên îro yên Îsraîlê ser Îranê û bertekên baldar yên karbidestên Îranê, dibe ku egera gurbûna demûdest destpêkirina şereke rasterast ya di navbera her du welatan de kêm bike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG