Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tabloyên Picasso û Chagall yên Hatibûn Dizîn, li Antwerpen Hatin Dîtin


Polîsên Belcîkayî tabloyên her du hunermendên naskirî Picasso û Chagall, ku hatibên dizîn li jêrzemîna malekê li bajarê Antwerpen dîtin.

Karbidestên herêmî roja Sêşemê got ku berhemên hunerî hîn di rewşeke baş de ne.

Wêneyên Picasso "Tête" û Chagall "L'homme en prière", di sala 2010an de li Tel Avîvê, ji koleksîyonên hunerî hatibûn dizîn û buhayê wan 900.000 dolar in.

Di dema dizîya van tabloyan de, hin zêr û cewahir jî bi nirxê 680 hezar dolarî jî hatibûn dizîn, lê tenê tablo hatin dîtin.

Polîsên herêmî dest bi lêkolînê kiribûn dema çavkanîyek ji wan re ragihand ku welatîyekî Belcîkî her du berhemên hunerî jibo firotinê nîşanî wan kiribûn.

Dozgerê herêmê got gumanbarê serekî hatiye girtin.

Jêder : Reuters

XS
SM
MD
LG