Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorê Netewî yê Amerîka Tundîya Çekan Wek 'Krîzeke Saxlemîya Gel' Dîyar Dike


Dr. Vivek Murthy
Dr. Vivek Murthy

Ofîsa Dezgeha Saxlemîyê (OSG) li Amerîkayê roja Sêşemê bi armanca kêmkirina tundîya jiber çekan li welêt belgeyeke şêwirmendîyê eşkere kir da ku fîkaran çareser bike.

Belgeya şewirmedîyê ji alîyê serokê OSG Dr. Vivek Murthy ve, bi daxuyanîyekê hat eşkere kirin.

Murthy tundîya çekan ya li Amerîka mîna gefeke lezgîn ya berdewam pênase kir û got ku kêşeya tundûtûjîya çekan her diçe mezin dibe.

Murthy tundîya çekan ya li Amerîka wek krîzeke saxlemîya giştî dîyar kir û banga kontrolkirina xurttir ya çekan kir.

Di belgeya şêwirmendîyê de, stratejîyên jibo kêmkirina mirinên jiber çekan têne pêşnîyar kirin, wek jibo kiryarên çekan kontrolên paşerojê yên giştî û qedexekirina çekên êrîşê jibo karanîna sivîlan.

Di belgeya OSG de tê gotin ku tundîya çekan sedema serekî ya mirinê ye di nav kesên 1-19 salî de li Amerîka.

"Zêdebûna hejmara zarok û xortên ku jiber birînên têkildarî çekan dimirin û bandorên saxlemîya derûnî yên ser civakê, tundîya çekan dike krîzeke saxlemîya giştî ya lezgîn li Amerîka," belgeya OSG got.

Li gor belgeya OSG, 48,204 kes li Amerîka di 2022’an de jiber bûyerên çekan mirine, ku di nav wan de xwekuştin, kuştin û mirina ne armancnekirî hene.

Herwiha, di belgeyê de bal tê kişandin ku rêjeya tundîya çekan li Amerîka li gor ya li welatên din bilind e.

"Daneyên Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) û Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) dîyar kirin ku di 2015’an de rêjeya mirina giştî ya bi çekên li Amerîka 11.4% zêdetir bû, li gor 28 welatên din yên xwedî dahatên bilind."

OSG girêdayê wezareta xizmetên saxlemî û mirovahî dixebite ye ku serokê wê jî wek Doktorê Netewî (Surgeon General) tê binav kirin.

Belgeya şêwirmendîya OSG bi armanca xurtkirina hişmendîya ser pirsgirêkên saxlemîya giştî tê amadekirin.

Murthy ku, ji hêla serok Joe Biden ve hatiye destnîşankirin, doktorê netewî yê pêşî ye ku ser tundîya çekan belgeyeke şêwirmendî ya pêşnîyaran ragihand.

Rêvebirîya Biden piştgirîya xurtkirina pîvanan dike jibo kontrolkirina ser xwedîtîya çekan, jiber ku gelek caran li dibistan û cihên din yên giştî teqelêdanên girseyî têne kirin.

Lê Biden rûbirûyê dijberîya tund ya parêzvanên mafên çekan dimîne, ewên ku dibêjin Xala 2. ya Qanûna Bingehîn ya Amerîka destûrê dide wan ku bibin xwedîyên çekên cûrbicûr.

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG