Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de li Paytexta Omanê Herî Kêm 4 Kes Hatin Kuştin


Herêma Wadi al-Kabir li Mesqet - Oman
Herêma Wadi al-Kabir li Mesqet - Oman

Wezareta Derve ya Pakistanê ragihand ku di êrîşa şeva borî de ya li Omanê, herî kêm 4 welatîyên wê hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, polîsê Omanê ragihand ku Duşemê bi şev di encama teqekirinekê de li nêzîkî mizgeftekê li Mesqeta paytext, herî kêm 4 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar hene.

Polîs di daxuyanîyekê de got ku “li derdora mizgeftekê li devera Wadî el Kebîr bûyereke teqekirinê rû daye. Li gor zanyarîyên destpêkê, di encamê de 4 kes hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn."

Sibeha Sêşemê, ew dever hîn ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve hatibû dorpêçkirin û zehmet bû ku wênegir û rojnamevan xwe bigehînin wir, li gor wênegirekî ku ji ajansa nûçeyan ya AFP re hevkarîyê dike.

"Hemû tedbîr û rêkarên ewlekarîyê ji bo rûbirûbûna rewşê hatine girtin, derbarê bûyerê komkirina delîl û vekolînê jî bidawî dibin," Polîs got.

Dezgehên ragihandinê gelek tomarên vîdyoyê belav kirin, ku ji aliyê AFP ve hatine piştrastkirin, nîşan didin ku xelk di nav dengê çekan de li nêzîkî Mizgefta Îmam Elî belav bûne, û dibêjin "Ey Husên," anku îmamê sêyem yê Şîa û nevîyê Pêxember Mihemed.

Şîa vê hefteyê 'Roja Aşûrayê' ku di sala 680'î (zayînî) de di şerê Kerbelayê de "şehîdbûna" Îmam Husên bibîr tînin.

Balyozxaneya Pakistanê li Mesqetê vîdyoyek belav kir, tê de balyoz bang li civaka Pakistanî li Omanê dike ku bi rayedarên herêmî re hevkarîyê bikin û neçin cihê gulebaranê.

Balyozxaneyê li ser platforma (X) belav kir ku balyozê Îmran Alî serdana hin birîndarên li nexweşxaneyê kir.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG