Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Welatan Dike ku Pirtir Piştgirîya Civakên Sûrîyê Bikin


Paulo Pinheiro ,Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jibo Sûrîyê
Paulo Pinheiro ,Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jibo Sûrîyê

Serokê Komîsyona Vêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê Paulo Pinheiro îro Çarşemê ragihand ku bêrûmetîya dijî jiyan û bextewarîya gelê Sûrîyê hîn berdewam dike, bêtirî deh salan piştî destpêkirina şerê navxweyî li welatî.

Pinheiro di ci 56. Civîna Civata Mafên Mirovan ya NY li Cenevre li ser rewşa Sûrîyê axivî û got binpêkirinên mafên mirov û tawanên şer li Sûrîyê ji aliyê hemû alîyên şerê navxweyî ve hîn bênavbir didomin.

“Rewşa li ser erdê tevlîhev bûye, jiber aborîyeke têkçûyî, rewşeke mirovî ya wêranker, ku jiber erdheja sala borî xirabtir bûye, zêbûna hilberîn û bazirganîya narkotîkê, û dewletek ku naxwaze û nikare bi temamî ewlekarîya gelê xwe peyda bike," wî got.

Karbidestê NY destnîşan kir ku niha şeş artêşên biyanî li Sûrîyê di nava çalakîyên leşkerî de ne û xeterîya belavbûna şerê Îsraîl û Hamasê, li Sûriye û herêmê tevlîhevîya rewşê zêdetir dike.

Pinheiro hevdem hişyarî da ku parçebûna Sûrîyê li hemû enîyan kûr dibe ku wê ser siberoja civak û yekîtîya Sûriyê bandoreke mezin ya neyînî hebe.

“Li herêmên di bin destê opozîsyonê de jî rêzgirtina ji serwerîya qanûnê û dadwerîyê pêwîst dike. Me raportên gavên erênî yên vê dawiyê li herêmên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) wergirtin. Lê hevdem, em belgekirina dozên endamên SNA yên ku li girtîyan êşkence û serederîya xirab dikin jî, didomînin," wî got.

Pinheiro anî ziman ku tevî ku derketina pevçûnan kêm bûye jî û xalên bingehîn yên ku bûne sedema wê rewşê hîn jî bi heman rengî hebûna xwe didomînin ku Sûrî banga jiyaneke baştir dikin.

“Lê, bêcezakirin û bêqanûnîtî jibo hemû Sûrîyan rastîyeke gemar derxistîye holê, ku dawîya wê ne dîyar e. Rêberên cîhanê yên ku bi şerê Sûrîyê re têkildar in, jibo çareserîyeke aştiyane ya alozîyê pêşketinan bi dest naxin ku ew û Hikûmeta Sûriyê gelê Sûrîyê têk dibin," wî got.

Pinheiro jibo alîkarîya gelê Sûrîyê bang li endamên Civata NY kir ku piştgirîkirina hewlên hesab pirsandinên dadwerî û saziya windayan bidomînîn.

Herwiha, wî li ser nave NY pêşnîyar kir ku Hikûmetên Civatê jibo sê xalên girîng ku bi lezgînî tevbigerin.

Pinheiro xala yekê wek alîkarîya karbidestên bakurê rojhilata Sûrîyê pênase kir, jibo çareserîya kesên ku ji 2019’an ve li kampên wir girtî ne.

“Hin dewlet jibo vegerandina welatîyên xwe çi ji destê wan tê dikin. Divê yên din jî wiha bikin û welatiyên xwe bînin malê. Belgeya polîtîkaya me ya vê Adarê 28 hezar zarok niha li kampên li bakurê rojhilat girtî ne. Sûrîyên ku bi eslê xwe ji wê herêmê ne, gav bi gav vedigerin civakên xwe, tevî çend dijwarîyan jî. Lê, yên ku ji heremên di bin kontrola hikûmetê de hatine, ger bi mecbûrî werin vegerandin, wê di xeterîyeke mezin de bin. Alîkarîya Hikûmetên we hewce ye, alîkarîya karbidestên bakurê rojhilat were kirin da ku çareserîyek were dîtin."

Dîplomatê NY xala duyê jî alîkarîya jibo rakirina toleyan yan Tedbîrên Givaştinê yên Yekalî (UCM) rave kir, ku ji aliyê hin Hikûmetên we dijî Sûrîyê hatine ragihandin.

“Aniha dîyar e ku encamên cidî yên UCM yên nebaş hene ku carnan bê mebestbe jî, ser gelê sivîl bandorek neyînî dike.Em ji Dewletên Endam daxwaz dikin ku li ser toleyên xwe lêkolînên lezgîn bikin da ku piştrast bikin ku van bandorên neyînî ji holê radibin," wî got.

Pinheiro xala sêyê ya dawîn jî wek xemberîya ser asta alikarîya hikûmetan jibo plana bersîvdayîna mirovahî ya 2024’an, destnîşan kir.

“Em niha di nîvê rê de ne û ji 4.07 mîlyar dolarên pêwîst tenê ji % 13 hatiye berhev kirin. Em dizanin ku gelek krîzên din jî hene ku dive werin alikarî kirin . Lê, gelê Sûrîyê tenê jiber vê yekê nabe ku tenê were hiştin. Ew 13 sal di nava pevçûnan de ne û ji Hikûmetên we zêdetir alîkarîyê heq dikin, “ wî got.

Jêder: Neteweyên Yekbûyî

XS
SM
MD
LG